Nobetên Edaletê: '4'ê Nîsanê' pîroz kirin, serkeftina DEM Partiyê silav kirin

Dayikan li Nobeta Edaletê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û serketina DEM Partiyê silav kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li gelek bajaran daye destpêkirin îro jî berdewam kir. 

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 119’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan pêşmalkê bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Dayikên di çalakiyê de bal kişandin ser 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey Serokê min” berz kirin. 

Îro jî gelek kes hatin serdana çalakiyê. Ji ziyaretvanan Safiye Sezgîn di çalakiyê de wiha got: “Ji bo rojbûna Rêbertiya me 3 roj man. Rêberê me ev 25 sal in girtî ye. Di nava çar dîwaran de tê ragirtin. Lê belê li dijî vê pergala faşîst em her tim li ser pêya ne. Rêbertiya me her tiştê me ye. Bêyî Rêbertiya me edalet jî nabe.” 

Sezgîn herî dawî daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir. 

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 60’emîn de li avahiya Rêxistina DBP’a Bajar dom kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Bajar hatin serdana çalakvanan. Ji çalakvanan Herdem Koçer bal kişand ser serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinan de. Koçer, ji bo şikandina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir. 

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê daye destpêkirin di roja 85’an de berdewam kir. Çalakvanên Nobeta Edaletê di tevahiya çalakiyê de stran gotin û dirûşm berz kirin.