BI DÎMEN

DEM Partiyê li Rihayê dîrok nivîsî

DEM Partiyê li Rihayê yek ji encamên herî serketî yên demên dawî bi dest xist û li Rihayê 7 şaredarî bi dest xist. Di nava van şaredariyan de Curnê Reş jî heye.

Li gorî encamên hilbijartinê yên ne teqez Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) li Rihayê 7 navçe bi dest xistin û serkeftina herî mezin a tevgera siyasî ya Kurd a beriha niha kevneşopiya wê dimeşîne bi dest xist. Di nava şaredariyên hatine bi dest xistin de Curnê Reş a ji sala 1979’an vir ve siyaseta Kurd bi dest nexistibû û Bêrecûk a beriya niha qet nehatiye bi dest xistin jî hene.

CURNÊ REŞ

Curnê Reş navçeyeke ku tevgera siyasî ya Kurd a DEM Partî kevneşopiya wê didomîne, ji sala 1979’an ve nekariye qezenc bike ye. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl zêdetirî dengan bi dest xist. Di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de AKP’ê ji sedî 49.39, HDP’ê jî ji sedî 33.19 wergirtibûn. Curnê Reş ji ber şaredariya ewil a tevgera siyasî ya Kurd e girîngiya wê cuda ye. Di hilbijartinên 6’ê Gulana 1979’an de li Curnê Reş hatin kirin de namzetê tevgera siyasî ya Kurd Nadîr Temel di hilbijartinan de dengekî zêde girtibû û şaredarî bi dest xistibû. Saadet Yavûz, Emîne Haciyûsûfoglû û Dûrre Kaya ên ji endamtiya Meclîsa Şaredariyê re hatin hilbijartin bi Nadîr Temel re şaredarî kiribûn. Serê sala 1980’yan Temel û hemû endamên meclîsê ji peywîrê hatin girtin û qeymeqamê navçeyê Taykan Ataman weke qeyûm hatibû tayînkirin. Serkeftina piştî 45 salan gel daxist kolanan.

BÊRECÛK

Yek ji şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine jî Bêrecûk e. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Mana ên zêdetirî dengan wergirtin û hilbijartin bi dest xistin bûn hevşaredarên nû. Di hilbijartinên sala 2019’an de AKP’ê ji sedî 44.40 HDP’ê jî ji sedî 38.30 deng wergirtibû. Navçeya ku ji salên 1990’an ve ji aliyê malbata Mîrkelam û xizmên wan vê tê bi rê ve birin di dîroka navçeyê de cara ewil dê ji aliyê DEM Partiyê ve were bi rê ve birin. Kelecana hilbijartinê ya di saetên serê sibê de li navçeyê belav bû her ku çû zêdetir bû. Li navçeyê li dijî nelirêtiyan zêdetirî 200’an peywîrdarên sindoqan ên DEM Partiyê sindoq parastin. Welatiyên bi saetan li buroya hilbijartinê sekinîn, çawa ku encam wergirtin daketin kolanan. Welatiyên ji gundên cuda bi konvoyan hatin navçeyê her tim dirûşma “Jin, Jiyan, azadî” berz kirin. Li navçeyê pîrozbahî didomin.

XELFETÎ

Navçeyeke din a DEM Partiyê bi dest xist jî bû Xelfetiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayik bû. Li navçeya ku tevahiya rojê nelirêtî lê çêbûn, girseya li ber avahiya edliyeyê hate bahev dirûşmeyên “DEM dê were dewran dê bizivire qeyûm dê hesab bidin gel” û “Xelfetî ya gel e dê bibe ya gel” berz kir. Li bajarê ku bendemayîn didome bi hatina ciwanên Pirsûs û Hewagê qelebalix her ku çû zêde bû. Mehmet Karayilan û Saniye Bayram ên zêdetirî dengan wergirtin bûn hevşaredar. Xelfetî navçeyeke ku beriya niha siyaseta Kurd bi dest xistibû û piştî sala 2016’an qeyûm tayînî wê hatibû kirin û ji ber dengên veguhestî yên sala 2019’an hatibû windakirin bû. Li navçeyê pîrozbahî didomin. Di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de hatibûn kirin AKP’ê ji sedî 54.92, HDP’ê jî ji sedî 37.56 wergirti bû.

WÊRANŞAR

Bi diyarbûna encamên hilbijartinên heremî re gelê Wêranşarê derket kolanan û dest bi pîrozbahiyan kir. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan ên zêdetirî dengan wergirtin weke hevşaredar hatin hilbijartin. Di navçeya beriya niha gelek serdeman ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd ve hatiye bi rê ve birin de di hilbijartinên di sala 2019’an de hatin kirin de AKP’ê ji sedî 47.39, HDP’ê ji sedî 46.43 deng wergirtibûn. Bi hezaran kesên bi serkeftina hilbijartinê derketin kolanan li bajêr pîrozbahiyê dikin. Gelê ku bi coşeke mezin serkeftin pîroz kirin her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Jin, Jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

PIRSÛS

Partiyên tevgera siyasî ya Kurd di salên 2016’an û 2019’an de Şaredariya Pirsûsê bi dest xist û her du caran jî qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin. DEM Partî bi serkeftineke mezin şaredariyê bi dest xist. Ayten Kaya û Muslum Baran bûn hevşaredarên nû. Di hilbijartina 2019’an de HDP ji sedî 59.36, AKP ji sedî 34.69 deng stendibûn. Di navçeyê de pîrozbahî didomin.

HEWAG

DEM Partî şaredariya Hewagê berê bi dest xistibû û di hilbijartina 2019’an de şaredarî ket destê AKP’ê de. Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikaya di vê hilbijartinê de piraniya dengan girtin û bûn hevşaredarên nû. Di sala 2019’an de AKP ji sedî 51, HDP ji sedî 39.18 deng stendibûn. DEM Partiyiyên daketine kolanan pîrozbahiyan didomînin.

SERÊKANIYÊ

Yek ji şaredariyên DEM Partî bi dest xistiye Serêkaniyê ye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Ugur Kahraman û Rahşan Yazar bi piraniya dengan girtin û bûn hevşaredarên nû. Tevgera siyasî ya Kurd di sala 2009’an de şaredariyê bi dest xistibû û di salên 2014’an û 2019’an de winda kiribû. Di hilbijartinên sala 2019’an de AKP ji sedî 55, Partiya Saadetê ji sedî 38.51 deng girtibûn.