ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Bûyerên piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê werin şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku gelê Kurd di hilbijartinê de li dijî tecrîdê, rejîma qeyûm, siyaseta înkar û îmhayê helwesteke şênber nîşan da û got, "Ev helwesta gelê Kurd divê bê dîtin."

Li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Rêber Apo beriya 50 salî ji bo meşeke Newrozê bide destpêkirin bi pênc ciwanan gava destpêkê avêt. Niha bi dehan milyon mirov di vê astê de xwedî li rastiya Rêber Apo derdikevin.

Koordînasyonan PAJK'ê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û got, "Rojbûna Rêber Apo çavkaniya me ya jiyanê ye."

Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara Nîsanê bi manşeta "Zayîna ku azadiyê diafirîne" hate weşandin. Rojnameya ku li Ewropayê mehane tê weşandin, hejmara xwe ya 229'an çap kir.

Hejmara 507'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Mizgîniya Newrozê ya Gerîla: Agirê Newrozê yê li ezmanan hate dadan wê bi serketinê bê tacîdarkirin" hate weşandin.

Rojavayiyên tevlî komên xwendina parêznameyên Abdullah Ocalan bûn gotin, "Bi xwendinê me xwest ku fikir û felsefeya Rêber Apo hîn baştir fêhm bikin û bigihînin civakê."