ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wê bêne şopandin.

- Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê Erhan Çavûşoglû ji Solhanliyê ye û ji malbateke hevkar e ku ji DYP'ê derbasî AKP'ê bûye. Çavûşoglû dema ku li Wanê kar dikir jî tê zanîn ku karên qirêj dikir.

- Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku destwerdana li îradeya hilbijêran ne tenê meseleya partiyekê ye, pirsgirêka demokrasî, ewlekariya hilbijartinê û hiqûqê ya Tirkiyeyê ye.

- Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca diyar kir ku hewldana nû ya qeyûm divê bibe rojeva têkoşînê ya hemû hêzên demokrasî û kedê û banga têkoşînê li karker û kedkaran kir.

- Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan û anî ziman ku Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de işareta êrişên bi vî rengî dabû.

- Piştî ku li ser daxwaza AKP'ê biryar hate dayin ku hilbijartinên Şaredariya Curnê Reş wê jinûve bêne kirin, namzetê DEM Partiyê Serhan Paydaş diyar kir ku wê careke din bi ser bikevin.

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.