Nobetên Edaletê: Ji bo şandina qeyûman biçin ser sindoqan!

Xizmên girtiyan ên li Nobeda Edaletê bang kirin ku sibê ji bo DEM Partiyê û şandina qeyûman biçin ser sindoqan.

Nobedarên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin, dewam dikin.

MÊRDÎN
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji aliyê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve di roja 83’emîn de berdewam dike. Çalakvanên nobeda li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr digirin, bal kişandin ser hilbijartinên xwecihî.

Gelek kesan piştgirî da Nobeda Edaletê ku ji teref hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) jî hatin ziyaret kirin.

Dayika bi navê Hasîbe Mengîrkaon diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Nobeda Edaletê yekane armanca wan e û got, "Dixwazin Serokê me azad bibe, rêyên diyalogê bên vekirin, tecrîda li girtîgehan bê rakirin."
Hasîbe Mengîrkaon got, “Divê her kes bizane ku her dengê ku ji partiyên avaker re were dayîn, wê weke zilmê li me vegere. Her dengek ku ji partiya me DEM Partiyê re tê dayîn, mîna gula li ser aştiyê hatiye avêtin. Şaredariyên me 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin. Em bi biryar in, qeyûm dê biçin. “Ez bang li her kesî dikim ku biçin ser sindoqan û vîna xwe ya siyasî nîşan bidin.


AMED


Nobeta Edaletê ya ku TUAY-DER’a Amedê hatibû destpêkirin di roja 117’emîn de berdewam dike. Endamên Komeleya Piştevanî û Azadiyê ya Marsîlyayê (Solidarté et Liberté Provence) nobeda li avahiya Rêxistina Navçeya Rêzan ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ziyaret kirin. Şandeyê guh da daxwazên xizmên girtiyan û destnîşan kir ku ji bo dengê xwe bidin bihîstin dê li welatê xwe bixebitin.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî ji bo hevgirtinê name ji dayikên nobetê re şandin.
 
ÊLİH
Nobeta Edaletê ya Êlihê li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr di roja 58'emîn de berdewam kir. Tevgerê Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Herêmî yên DBP, DEM Partiyê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo çalakiya nobedê ziyaret kirin.
Ji çalakvanan Herdem Koçer jî got, “Ez bang li gelê me yê birûmet ên li van xakan dijîn dikim. Bila destê xwe bidin destê hev û sibê biçin ser sindoqan. Bila hemû qeyûmên Kurdistanê bişînin Enqerê.