ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Serketina DEM Partiyê ya li Kurdistanê û encamên wê yên di hilbijartinên xwecihî de wê bên şopandin.

- Di hilbijartinên 31'ê Adarê de li navendên weke Bedlîs û Qersê yên ku rêjeya dengan nêzî hevin, îtiraz û geşedanên têkildarî mijarê wê bên şopandin.

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP) 1’ê Nîsanê Cejna Akîtû pîroz kir.