Newroz li Kazakistanê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Tarazê yê Kazakistanê hate pîrozkirin.
Newroz li bajarê Tarazê yê Kazakistanê hate pîrozkirin.
Kurdên li Kazakistanê Newroz bi şahiyekê pîroz kirin.
Şahî li stadyûma li gundê Grodekovo yê bajarê Tarazê pêk hat û zêdeyî hezar û 600 kes tevlî bûn.
Di pîrozbahiyê de hunermned û helbestvan Kinyazê Mecîd, Derwêş Serhedî, Mustafa Lezgiyêv, Roman Davûtov, Rustem Şemoyêv, Durmuşxan Mecîdov, Kamûran Lezgiyev, Îslam Gûsêvo û Racû Kûliyêv hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.