Serokê Giştî yê CHP’ê: Tunehesibandina vîna gelê Wanê danîna kemînê ye!

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, bertek nîşanî desteserkirina mafê Abdullah Zeydan û mazbataya dan namzetê AKP'ê da û got, "Tunehesibandina vîna gelê Wanê danîna kemînê ye.”

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel têkildarî nedayîna mazbataya endamê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ê ku ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin, daxuyanî da.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel rewşê ji ANKA’yê re nirxand. Ozel daxuyaniyên Serokkomarê AKP’î yên Erdogan ku gotibû ew ê rêz ji encamên hilbijartinê bigirim bi bîr xist û wiha axivî: “Min girîngî da axaftna wî. Şûna hevrikê xwe yê 3 qet zêde deng stendiye mazbatayê didin yê duyemîn. Nedayîna mazbatayê gotinên Erdogan li erdê dihêle. Ji ber namzet di dema xwe de serlêdan kiriye, kaxiza temyizê girtiye, mafên wî yên qedexekirî hatine dayîn, herwiha kampanya kiriye. Ji Amedê roja înê saet 16.55’an ji çûn û bi serlêdanekê, vê yekê betalkirin vîna gelê Wanê tunehesibandin û danîna kemînê ye.” 
 
Ozel diyar kir ku divê her kes li hember vînaa Waniyan rêzdar be û wih got: “Heke gelê Wanê zêdetirî 3 qet dengan kesekê ji bo şaredariya bajarê mezin hilbijartibe, divê em hemû rêzdar bin. Nedayîna mazbatayê hemû gotinên Erdogan ên piştî hilbijartinê kirine vala derdixe. Vê yekê dema derbasbûyî de li Stenbolê jî kirin. Dê berdêla wê giran bidin. Ez bawer nakim ku tiştekî wiha bikin. Ez wî şiyar dikim. Tenezila tiştekî wiha hemû gotinên wî vala derdixe.”