Girtiyên li Girtîgeha Bûcayê ji bo mafê dermankirinê 38 roj in di greva biçîbûnê de ne

Endamên Grûp Yorûmê Cem Dûrsûn û Oktay Kelebek ên li girtîgeha Bucayê ne, li dijî binpêkirina mafan bi taybet mafê dermankirinê û ji bo berdana girtiyên nexweş 38 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Endamê Grûp Yorûmê Cem Dûrsûn ê piştî di 6’ê Sibatê de li Stenbolê hatibû binçavkirin hate girtin, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûcayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand.

Dûrsûn di 24’ê sibatê de sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind ya Bûcayê ku nû hatibû vekirin, hate kirin. Dûrsûn da zanîn ku li gel Oktay Kelebek ê di heman girtîgehê de di bin tecrîdeke giran de ne, bi daxwaza ku ji girtîgeha lê dimînin bên sewqkirin û girtiyê nexweşê giran Mehmet Guvel ê 78 salî bê berdan 37 roj in bi awayekî bêdem di greva birçîbûnê de ne.

Dûrsûn anî ziman ku girtîgeha ku lê tên ragirtin ji hucreyên yek kesî û sê kesî pêk tê û bi lêv kir ku rojê tenê du seatan wan derdixinîn beşa hewadariyê û bi kamerayên li hucreyê hatine bicihkirin 24 seatan tên şopandin.

Dûrsûn di berdewamiya nameya xwe de wiha got: “Daxwaza me ew e ku ji vê girtîgeha weke 'bîrê' sewqî girtîgeheke ku hevalên me lê hene bên kirin. Mehmet Guvel ê weke me di vê tabûtê de tê ragirtin jî emrê wî 78 e û ji sedî 80 astengdar e, bi nexweşiya wernîcke korsakofê ketiye. Ji ber pirsgirêka hevsengiyê ya pê re heye nikare jiyana xwe bidomîne. Ev hemû aliyekî nexweşê penceşêra prostatê ye. Dema li derve dermankirina wî berdewam dikir hatiye girtin û li girtîgehê nikare were dermankirin. Dermankirin mafek e. Divê girtiyên nexweş jî ji vî mafî sûdê wergirin. Di hucreyên tecrîdê de de ev maf jî tune ye. Mirov girtiyên nexweş ji însafa faşîzmê re bihele weke wan terkî mirinê bike ye. Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Guvel bê berdan û hevalên me ji vê girtîgeha weke bîrê ya derveyî mirovahiyê bên sewqkirin, em bi roja ne bi birçîbûnê li ber xwe didin.”