Bi ruhê Kizildereyê banga têkoşîna hevpar hat kirin

Li Enqere û Mêrsînê Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di bîranînan de hat gotin ku divê li dijî zilmê bi ruhê Kizildereyê têkoşîna hevpar bê meşandin.

ŞEHÎDÊN KIZILDERE HATIN BÎRANÎN

Li Goristana Karşiyakayê ji bo yek ji pêşengên tevgera çep a Tirk Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên berî 52 salan li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê hatin qetilkirin, bîranînek hat lidarxistin. Serokê Şaxê Enqereyê yê Federasyona Komeleya 78'an Huseyîn Esenturk li bîranîna ji aliyê rêxistinên civakî yên demokratîk û partiyên siyasî yên li bajêr ve hat organîzekirin de axivî û got, "Tevî ku di ser gulên xwînê yên têkoşîna li dijî emperyalîzm, faşîzm û şovenîzmê re ewçend dem derbas bûye jî hêj ew ruh zindî ye û heta roja îro rê nîşanî me dide. Mîrateya mezin a têkoşîna şoreşgerî afirandin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînê wan ditewînin.”

Esenturk, anî ziman ku bi ruhê hevgirtinê ya ku li Kizildereyê hatiye afirandin divê li tevahiya erdnîgariya me li dijî zext û zordariyê têkoşîn bi serketinê were tacîdarkirin.

Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr ê Enqereyê Fatîn Kanat axivî û wiha got, “Di wateyekê de em dibêjin ku têkoşîna Denîzan, Îboyan û Mahîran bi navê Mazlûman bûye yek. Em careke din diyar dikin ku divê em li dijî desthilatdariya zordar a heyî û zilma wan bi heman dirûşme û têgihiştinê mil bi mil bimeşin û ber bi rojên ku wê mînaka hevgirtin û têkoşîna şoreşgerî zindî bihêle ve bimeşin."

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li bajêr daxuyaniyek çapemeniyê lidar xist û Mahîr Çayan û hevrêyên wî bibîr anî. Di axaftinan de hilbijartinên xwecihî yên sibe bên kirin jî hatin bibîr xistin û banga têkoşîna hevpar hat kirin.