Dayikên Şemiyê ji bo Turkoglû yê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Talat Turkoglû yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi êşkenceyê hatî qetilkirin, hatin ba hev.

AQÛBETA TALAT TURKOGLÛ HATE PIRSÎN

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin, cara 992’yemîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Ji Hevserokatiya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û parêzvanên mafan jî piştgirî dan çalakiyê. Di destên Dayikên/Mirovên Şemiyê de qurnefîl û wêneyên windayan hebûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de, aqûbeta Talat Turkoglû hate pirsîn ku 1’ê Nîsana 1996’an ji bo were mala malbata xwe ya li Stenbolê ji Edirneyê bi rêket û piştre êdî agahî jê nehat wergirtin.

Endama Komîsyona Li Dijî Windakirina Kesên Di bin Çavan de ya ÎHD’ê Zeynep Yildiz daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Endamê JÎTEM’ê Kasim Açik got ku li Çadikent a nêzî Edîrneyê komeke ku ji polîs, leşker û îtîrafkaran pêk tê, Turkoglû lêpirsîn kirin û bi êşkenceyê kuştin û bedena wî avêtin Çemê Merîçê. Li ser vê yekê Malbata Turkoglû ji bo lêpirsîneke din jî were vekirin, serî li dozgeriyê da. Lê dozgeriyê ev yek pêk neanî.”

Xwişka mezin a Huseyîn Toraman ê di bin çavan de hatî windakirin, Sakîne Toraman jî wiha got: “Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe, hesab pirsîna ji berpirsyaran bernedin.”

Di çalakiyê de dayika Mûrat Yildiz ê di bin çavan de hatî windakirin, Hanîfe Yildiz jî axivî.