Milîsên HBDH’ê li Stenbolê febrîqeyek dan ber agir

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê febrîqeyeke mehfûran dane ber agir.

ÇALAKIYA HBDH'Ê

Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Milîsên me sihara 29’ê Adarê di derdora saet 06.00’an de bi teknîkeke taybet febrîqeya mehfûran a li taxa Mehmet Akîf/ Kuçukçekmece ya Stenbolê dan ber agir. Di encama çalakiyê de texrîbateke mezin li febrîqeyê çêbû.”

Di daxuyaniyê de milîsan diyar kir ku hemû çavkaniyên ekonomîk û siyasî yên piştevanên desthilatdariya faşîst di hedefa wan de ne.

Milîsên Sînar Dersim ên HBDH’ê çalakiya xwe bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî wî û têkoşîna azadiyê kir.