BI DÎMEN

Li Helebê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin

Gelê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê her roj Parastinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên wî yên cuda dixwînin û têkildarî mijaran nîqaşan dikin.

Di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê ji aliyê akademîsyen, rojnameger, saziyên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, fîlozofên xelatgirên Aştiyê ya Nobelê, nûnerên saziyên jinan û kesên navûdeng ve  pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’ hate destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de dostên gelê Kurd di 10'ê Kanûnê de kampanyaya ‘’Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’’ dane destpêkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi awayekî çalak tevlî kampanyaya ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, dibin.

Weke li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Helebê yên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin. Ji bo xwendinê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên yên bi navê; Şaristaniyê: Serdema Xwedawendên Birûpoş û Qralên Niximandî, Sosyolojiya Azadiyê, Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê li ber  Qirkirina Çandî hatin diyarkirin. Her wiha wê hemû pirtûkên Rêber Ocalan werin xwendin. Di meclîs û komunan de ku ji 4 koman hatiye birêxistinkirin, 121 jin wê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd bixwînin. Her wiha bi sedan kesên ku di meclîsa giştî û komunan de hatine birêxistin jî tevlî kampanyayê dibin.

Jinên ku li Meclisa Şehîd Gulê Selmo kom dibin, heya niha 4 parastinên ewil ên Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwendine û dest bi xwendina pirtûka ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Gelê Kurd ê li ber Qirkirina Çandî’  kirine. Koma jinan a ku ji 36 kesan pêk tê piştî hemû sernavên pirtûkan têkildarî mijaran nîqaşan dikin.

SERNAVÊN ZIMAN Û ÇANDÊ YÊN PARASTINA 5’EMÎN HATIN NÎQAŞKIRIN 

Leyla Eloyê di kêliyên nîqaşan de nirxandinên xwe anîn ziman û got:  ‘’Rêber Apo di 5’emîn parastina xwe de qala mijarên çand û zimanî dike. Çand û zimanê gelan rasterast terz û şêwejiyana nîşan dide.  Hemû gelan çand û zimanekî cuda heye. Qirkirina li ser gelan jî têkildarî çand û zimanî pêk tê. ‘’

Ji beşdarvanan Zelûx Îzzet Ebdoyê jî nêrînên xwe bi van gotinan parve kirin: ‘’Dixwazin ku ziman û çanda gelan tune bikin. Afirînerên pergala kapîtalîst ku dijminahiya gelan dikin, dixwazin gelan ji cewhera wan dûr bixin. Bi taybetî li dijî gelê Kurd zext û zilmeke mezin heye. Zimanê gelê Kurd nayê qebûlkirin. Kurdî kakila zimanê gelan e. Lê belê zimanê gelekî tê astengkirin û dixwazin qedexe bikin. Hebûna gelekî bi zimanê wî gelî tê îfadekirin. Bi qedexekirina zimanê me, dixwazin me tune bikin.’’ 

GEL ANÎN LI CEM HEV

Fatma Emîrê destnîşan kir ku ew her roj bi awayekî bi rêk û pêk  pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwîne û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke jin kom dibin û pirtûkan dixwînin. Em tenê naxwînin, her hiwa hemû hevalên jin nêrînên xwe jî tînin ziman. Ev yek jî me gelekî pêş dixe. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo em dizanin ku em kî ne û em çi dixwazin. Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e. Îro pitûkên Rêber Apo li seranserê cîhanê tên xwendin û  paradîgmaya wî li seranserê cîhanê belav bûye. Bi saya paradîgmaya Rêber Apo xwişk û biratiya gelan pêk hat û hate pêşxistin.’’

Ciwana Keçxemîsê jî bal kişand ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman: ‘’ Rêber Apo di pirtûkên xwe de her tim qala edalet, wekhevî û çareseriyê dike. Di perspektîfên xwe yên têkildarî gelan de bi awayekî berfireh li ser mijara çareserîya şeran disekine. Rêber Apo di pirtûkên xwe de gelekî girîngiyê dide mijarên weke têkiliyên di navbera gelan de, ji nû ve xurtkirina wan têkiliyan û  xwedîderketina ciwanan ya çand û exlaqê. Rêber Apo di pirtûkên xwe de nîşanî me dide ku pêşketina civakê girêdayî çand û zimanî ye. Belavkirina ilm, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo weke jinan erk û berpirsiyariya me ya sereke ye.’’