Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Sûzan Akîpa ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên ji bo hevdîtinê re nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.