FED-GEL: Divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava azadiyê be

FED-GEL, da xuyakirin ku divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' be û destnîşan kir ku yên dixwazin gelê Kurd krîmînalîze bikin, divê bi şêwaza çalakiyên demokratîk re bersiv were dayîn.

DAXUYANIYA FED-GEL'Ê

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL), têkildarî êrîşên nîjadperestên Tirk ên li hember Kurdên li Belçîkayê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, divê gelê Kurd di çarçoveya zagonên demokratîk de li dijî êrîşan mafê xwe biparêze û hat gotin ku divê kes guh nede bangên takekesî yên bi rêya medyaya civakî tên kirin.

Di daxuyaniya FED-GEL'ê de ev tişt hatin gotin: "Pêngava me ya 'ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' ku me di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li Strasboûrgê dabû destpêkirin, gerdûnî dibe û ji aliyê hemû beşên civakê ve xwedî lê tê derketin. Pêngava me ya ku zorê dide serketina mutlaq, bi hêza xwe ya awarte bloka faşîst a AKP-MHP'ê jî li hundir û derve dide zorê. Tevî hemû sûcên şer, komkujî, qirkirinên siyasî û girtinên komî, rastiya ku nekarî encamê bi dest bixe, bû sedem ku ev bloka faşîst planên tarî bike. Eşkere ye ku hewldana komkujiyê ya li gelê me di vegera pîrozbahiyên Newrozê yên li Belçîkayê de jî parçeyek ji vê planê ye.

Di demekê de ku pêvajoya pêngavê xurt dibe û xwedîderketineke girseyî pêk tê, bûyera li Belçîkayê xefikeke ku dewleta faşîst dixwaze me bikişîne nava wê ye. Li Ewropayê di demekê de ku em encamên şênber ji pêngava azadiyê digirin, divê helwesta me ya li hemberî kesên ku hewl didin me di çavê raya giştî de krîmînalîze bikin, tenê şêwazê çalakiya demokratîk be. Yên ku dixwazin girseyên me bikşînin kolanan, wê bi helwesta me ya rêxistinbûyî û feraseta hevpar, têk biçin. Çawa ku ji êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê encam negirtin, wê ti carî encamê ji vê lîstik û plana qirêj jî negirin. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze pratîka şerê qirêj ê 9 salan û têkçûna xwe bi provokekirina me û kişandina nava kolanan re, veşêre.

EM Ê RÊ NEDIN TUNDIYÊ

Li ber ronahiya van geşedanan, em ji bo hemû gelê xwe û pêkhateya xwe ya rêxistinkirî careke din girîng dibînin ku em van xalan binirxînin:

* Çi dibe bila bibe, em ê ti carî dest ji mafên xwe yên demokratîk û şêwaza çalakiyên demokratîk bernedin.

Heta ku ji saziyên me daxuyaniyên pêwîst neyên dayîn, em ê tu çalakiyan nekin. Em ê rê nedin kesên dixwazin me provoke bikin û sedem çi dibe bila bibe em ê nekevin nava pêkanînên ku bigihêjin asta şerekî.

* Di serî de ciwanên me, hemû beşên civakê wê lîstikên vê bloka tarî rave bikin û wê li ser esasê hîmên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide.

* Di rewşeke ku êrîşeke dijber were kirin de ji atmosfera panîkê wêdetir, em ê gilî bikin û pêvajoya hiqûqî bişopînin.

* Em ê ji pêkanînên ku çarçoveya makezagonî-hiqûqî ya welatê ku em tê de dijîn dûr bisekinin û her ku pêkanînên bi vî rengî bên ferqkirin divê saziyên me ya rêxistinî bê agahdarkirin. Divê bangên takekesî di medyaya civakî de neyên guhdarîkirin û ev bangên takekesî werin teşhîrkirin. Em ê li hemberî nêzîkatiyên provakatîf ku li dijî ruhê pêvajoyê ne bisekinin û rê nedin tundî li kolanan pêşbikevin.

Gelê hêja; Rojeva me ya sereke ew e ku em pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' bi awayekî demokratîk mezin bikin û xurt bikin. Li aliyê din rojevên çêkirî, wê nekarie rojeva me ya sereke bandor bike. Di van rojên dîrokî de divê hemû gelê me û saziyên me yên rêxistinî bi aqilê selîm û hevpar tevbigerin û ji bo meylên provokatîf nebin amûr. Rojeva me pêngava me ye. Rojeva me azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û çareseriya siyasî ya pirsa Kurd e. Li ser vê bingehê em hemû avaniya xwe ya rêxistinbûyî û gelê xwe silav dikin û soza xwe ya mezinkirina xebat û têkoşîna xwe dubare dikin."