Ji bo rojbûna 75'an a Abdullah Ocalan pirtûka taybet

Yekemîn xêzeromana li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Azadî wê bi ser bikeve-Jiyana Abdullah Ocalan bi xêzikan" wê 4'ê Nîsanê li Berlînê bi galayekê bê pêşkêşkirin.

JIYANA ABDULLAH OCALAN A BI XÊZIKAN

Xêzeroman ji zarokatiyê heta ciwantiyê, ji salên xwendekariyê heta bi siyasîbûnê, avabûna PKK'ê û dîlgirtina li Girava Îmraliyê qala jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Di biyografiya bi wêne de ku wê bi wesîleya rojbûna 75'an bê weşandin, ji devê Ocalan qala zarokatiya Ocalan a li Kurdistanê û siyasîbûna piştî salên 1960'î dike. Di pirtûkê de girîngiya ku Ocalan dide azadiya jinê û teoriyên wî yên mîna pênaseya konfederalîzma demokratîk ku ji bo têkoşîna vê serdemê girîng in, têne destnîşankirin. Her wiha işaretê bi projeya civakî ya demokratîk a li Rojava dike.

Nivîskarê xêzeromanê nivîskar Sean Mîchael Wîlson ê ji Skoçyayê ye ku li Japonyayê dimîne. Wêneyên wê jî ji aliyê wêneçêker ê Kurd Keko ve hatin amadekirin ku li Spanyayê dimîne.

Hate ragihandin ku xêzeroman wê 4'ê Nîsanê bi zimanên Tirkî, Kurdî û Elmanî bê weşandin, her wiha bi zimanên Îngilîzî, Erebî û zimanên cuda jî wê piştre bê amadekirin û weşandin.

Danasîna pirtûka rêzeromanê jî wê li Berlînê bê kirin. Di danasînê de Koma Faraşîn a Govendê wê hunera xwe pêşkêş bike. Reîmar Heîder ê ku gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Elmanî wergerandiye, siyasetmedar Hatîp Dîcle, Estella Schmîd, nivîskarê xêzeromanê Sean Mîchael Wîlson, siyasetmedar Jorn Essîg-Gûtschmîdt, siyasetmedar Dîlek Ocalan, Andrej Grûbacîc, nûnerê weşanxaneya Meymanê Hasan Kanîreş, nûnera Ewropayê ya Sînn Feînê Martîna Anderson, Paûl Kavanagh û hunermend Rotînda wê di danasîna pirtûkê de amade bin.