Girtiyê 30 salan Mûtlak Tozûn jiyana xwe ji dest da

Girtiyê 30 salan Mûtlak Tozûn ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hate rakirina nexweşxaneyê û dema li ber mirinê bû hate tehliyekirin, jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê 30 salan Mûtlak Tozûn li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat rakirina nexweşxaneyê û derbarê wî de biryara tehliyeyê ya bi şert hate dayîn. Malbata Tozûn xwest ku tedawiya wî li Wanê bidome, li ser vê yekê 2’ê yê Adarê sewqî Wanê hatibû kirin. Tozûn ê ku sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hate kirin, duh bi şev rewşa tenduristiya wî giran bû. Tozûn di saetên siharê de jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku cenazeyê wî ji bo veşartinê wê bibin navçeya Panos a Agiriyê.