Li 3 bajaran çalakî: Jiyana girtiyên nexweş di xeteriyê de ye

Di daxuyaniyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin dayîn de, peyama “Jiyana girtiyên nexweş di xeteriyê de ye. Divê demildest bên berdan” hate dayîn.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Li Enqereyê endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 499’an a çalakiya xwe de car din li ber Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatin ba hev. Vê hefteyê bal hat kişandina ser rewşa girtiya nexweş a 43 salî Leyla Aygun ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û da zanîn ku qasî wan tespît kirî, hezar û 517 girtiyên xweş hene ku rewşa 651 ji wan giran e. Nûray Çevîrmen got: “Dikare pêşî li van mirinên li girtîgehan bê girtin, lê tedbîr nayên girtin. Divê demildest Leyla Aygun were berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Stenbol a ÎHD’ê çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 627’an de li ber avahiya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandina ser rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî. Ji ber ku pere li keça xwe ya li qawîşê û hevala keça xwe ya li qawîşê razand, hate girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê.

Endama Desteya Rêveber a ÎHD’ê Oya Ersoy metna çapemeniyê xwend û diyar kir ku zextên li ser girtiyan zêde bûne. Oya Ersoy got ku girtî mayîna Hatîce Yildiz, ji bo tenduristî û jiyana wê nebaş e.

ÎZMÎR

Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê di hefteya 287’an de çalakiya xwe li ber Konak Eskî Sumerbank’ê lidar xist. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal hat kişandina ser rewşa pirsgirêkên tenduristiyê yên Şemsettîn Ekîncî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Menemenê tê ragirtin. Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Berpirsê Herêma Ege ya ÎHD’ê Zafer Încîn, Tirkiya wê jî ji aliyê Hevserokê Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê Alî Aydin ve hate xwendin.