Doza li ser giliyê li dijî Barzaniyan, hate taloqkirin

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, dijî rêveberên Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal a Iraqê doz vekiribû, lê Dadgeha Federal a Iraqê civîna li ser giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya dijî Barzaniyan paşxist.

GILIYA LI DIJÎ BARZANIYAN

Di 22’yê Adarê de Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Êvan Fayeq bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li Dadgeha Federal ya Iraqê dijî serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karê Hindir ê hikumeta demborî Rêber Ehmed doz vekiribû.

Dadgeha Federal a Iraqê biryar da bû ku di 31’ê Adarê de, li ser giliyê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê ya dijî Mesrûr, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed bicive.

Lê civîna dihat payîn ku duh pêkbihata, hat paşxistin. Li gorî medya Iraqê civîna li ser giliyê li dijî Barzaniyan, ji bo 21’ê Nîsanê hatiye paşxistin.