Di dema hevdîtinê de zexta 'Bi Tirkî biaxve' li dayika girtî hate ferzkirin

Fînce Akman a ku di Nobeda Edaletê de ye, nerazîbûn nîşan da ku di dema serdana girtîgehê de gardiyanan axaftina bi Tirkî lê ferz kirine.

Greva birçîbûnê ku di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li seranserê cîhanê hat destpêkirin de, ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan didome. Di vê heyamê de binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de roj bi roj zêde bûn. Ji xizmên girtiyan Fînce Akman di 14'ê Adarê de li Girtîgeha Marmarayê bi kurê xwe Yakûp Akman re hevdîtin kir. Akmanê diyar kir ku cil û berg û pereyên ku ji kurê xwe re şandine nehatine dayîn û ji ber hincetên keyfî ew xistine hucreya yekkesî.

Akmanê anî ziman ku kurê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji ber vê yekê rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye û wiha got: “Eşya û pereyên ku em ji wan re dişînin bi mehan nadin wan. Dema ez diçim hevdîtinê, rêveberiya girtîgehê me neçar dike ku em 'tirkî biaxivin'. Ev sûc e. 3 sal in tu xeberek ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne parêzer û ne jî malbata wî nikarin bi tu awayî têkiliyê deynin. Zarokên me dibêjin 'Abdullah Ocalan vîna me ye û heta xeberê ji rêberê xwe negirin em dest ji greva birçîbûnê bernadin.' Li vir em careke din daxwaza xwe nû dikin. Heta Rêbertî azad girtî dest ji greva birçîbûnê bernadin."

Akman polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li hemberî gelê kurd rexne kir û wiha dewam kir: “Abdullah Ocalan, ji ber ku doza statu û nasnameya gelê kurd dike tê tecrîdkirin. Abdullah Ocalan dibêje, 'Em ne dîlê tu kesî ne û me tu carî dîlîtiyê qebûl nekir.' Em 50-60 milyon in. Divê dewlet vê bibîne. Li qadên Newrozê yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan kesî doza azadiya Abdullah Ocalan kirin û dilsoziya xwe ya bi wî re careke din anîn ziman. Em baş dizanin ku kurdek tenê jî li dînyayê bimîne, wê xwedî li vê doza mafdar û rewa derkeve."

Akmanê anî ziman ku heya daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û ew ê li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek ji me ji ber ku beşdarî nobeda edaletê bûne doz li wan hatine vekirin. Em naxwazin kes bimire, em zirarê nadin mal û milkê kesî. Em dixwazin bi awayekî mirovî bijîn, em dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan û zarokên me bi dawî bibe. Cîhan û saziyên navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng in. Ger sibe zarokên me li van girtîgehan bimirin wê kî hesabê vê yekê bipirse? Em ê tu carî vê rewşê qebûl nekin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Ger hewce bike em ê li ber girtîgehan, li her derê dakevin kolanan û dest ji vê têkoşînê bernedin."