BI DÎMEN

Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê 2 çalakî kirin

Milîsên Kizildere yên HBDH’ê li Kocaeliyê li dijî avahiya ku ji bo firotina wesayîtan û firotina madeyên hişbir tê bikaranîn, çalakî lidar xistin.

ÇALAKIYÊN HBDH’Ê

Milîsên Kizildere yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî çalakiyan ev agahî parve kirin:

“Milîsên me li Kocaeliyê derbe li çavkaniyên ekonomîk ên dijmin xistin. Roja 23’yê Adarê derdora saet 02.00’an navendeke wesayîtan hate hedefgirtin. Di encama çalakiya sabotajê ya ku me li dijî navenda wesayîtên Nîssan lidar xistî de, bi dehan wesayît bûn xwelî.

Roja 25’ê Adarê jî milîsên me li navçeya Golcuk ketin nav liv û tevgerê. Milîsên me tespît kirin ku avahiya mustakîl a li nêzî dibistana Amadeyî ya Anadolû ya Ûlaşliyê navenda wan kesan e yên ku ciwanên me, bi taybetî ciwanên amadeyî dikêşe nav xefika hişbirê û wan jehrî dikin. Milîsên me avahî dan ber agir. Di encama çalakiya serketî de avahî bi temamî şewitî.

Di her du çalakiyan de jî milîsên me bi serketî ji cihên bûyerê veqetiyan.”

Milîsên Kizildere yên HBDH’ê wiha gotin: “Îro rêya Tevgera Şoreşa Yekbûyî rêya Denîz, Mahir û Îbrahîman e. Em li pey mîrateya ‘wan’ in. Em şervanên ‘wan’ in.”