Li Gever û Colemêrgê pîrozbahiyên bi coş

DEM Partî li Colemêrg û Gevera hezaran leşker û polîs lê hatibûn veguhestin, şaredarî bi dest xistin. Pîrozbahiyên gel heta nîvê şevê bi coş dom kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevî ku AKP hezaran polîs û leşker veguhestibûn Gever û Colemêrgê, di hilbijartinên herêmî de bû partiya yekem. Li gorî agahiyên nehatine piştrastkirin DEM Partî li navenda Colemêrgê 14 hezar û 382, AKP jî 13 hezar û 732 deng girtin. Bi van encaman şaredarî ji sedî 48.88 dengan derbasî DEM Partiyê bû.

Di navçeya Gevera Colemêrgê de DEM Partî 21 hezar û 591, AKP jî 2 hezar û 784 deng girtin. DEM Partî bi rêjeya dengan a ji sedî 76.52’an li Geverê serkeftineke dîrokî bi dest xist.

AKP bi veguhestina deh hezaran polîs û leşkeran û bi bikaranîna hemû derftên dewletê şaredariyên Şemzînan, Çelê û bajarokê Bajêrgeyê bi ferqên biçûk xesp kir.

GEL POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ VALA DERXIST

Namzeta hevşaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê Viyan Tekçe di pîrozbahiyan de anî ziman gelê Geverê hemû listikên qirêj ên AKP’ê vala derxist. Tekçe da zanîn ku ew ji serkeftina gel şanaz û serbilind in. 

Namzetê din ê hevşaredariyê Mehmet Siddik Akiş jî wiha axivî: “Dema em derbasî şaredariyê bûn, wekî ku me soz daye dê bi rê ve bibin. Em ê sozên xwe yek bi yek bi cih bînin. Em ê ji kesên pereyên gel dizîne li pêşiya daraza hesabê bipirsin. Em ê bajar bi kesên deng dane û nedane re, bi hev re bi rê ve bibin.”