Cenazeyê Tozun ê ku li ber mirinê hatibû berdan, şandin bajarê wî

Cenazeyê Mutlak Tozun ê 30 salan di girtîgehê de ma û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da şandin navçeya Panosa Agirî.

MERASÎMA CENAZE

Mutlak Tozun ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê ya Manîsayê dihat ragirtin, ji ber nexweşiya giran bû rakiribûn nexweşxaneyê biryara berdanê hatibû dayîn. Tozun danê sibehê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Gel ji bo cenazeyê Tozun ê ku piştî 30 salên dîlgirtinê li ber sînorê mirinê hatibû berdan wergirin herikîn ber nexweşxaneyê.

Tevî malbat, xizm û hevalên wî yên girtîgehê, parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveberên MEBYA-DER, TUHAY-DER’ê ê gelek kes hatin nexweşxaneyê û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Konvoya ku cenazeyê Tozun wergirtin ji bo verşartinê ber bi bajarê wî navçeya Panosa Agiriyê ve bi rê ketin.