ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
Ferît Şenyaşar da zanîn ku wê nobeta wan a edaletê di cejnê de jî bidome û got: "Gelê Wanê çawa li ber xwe da û têkoşiya, em hemû gelê xwe vedixwînin ber Wezareta Dadê jî." -
Çalakgerên Nobeta Edaletê: Em ê sibê li Amarayê bin
Çalakgerên li gelek bajaran tevlî Nobeta Edaletê bûne bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê dan û destnîşan kirin ku ew ê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amarayê bin. -
Leyla Guven tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe bû
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe Mûstafa Guven bûn. Guven dû re birin girtîgehê. -
‘Li girtîgehan tecrîd, êşkence û astengkirina tedawiyan didome’
Koordînasyona Çavdêriyê ya Navenda Greva Birçîbûnê ragihand ku li girtîgehan tecrîd, êşkence û astengkirina tedawiyan didome. -
Girtiyên PKK û PAJK'ê: Em derbasî qonaxeke nû dibin, berxwedanê mezin bikin
Girtiyên PKK û PAJK'ê berxwedana greva birçîbûnê temam kirin û biryar dan ku telefon û serdana malbatan boykot bikin. Girtiyan gotin, "Em derbasî qonaxeke nû bûne. Bang li gelên xwe dikin ku berxwedanê mezin bikin." -
MAK: Divê bi îsyanê bersiv ji desteserkirina îradeyê re bê dayin
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) diyar kir ku polîtîkaya desteserkirina şaredariyan nayê qebûlkirin û bang kir ku bi îsyanê bersiv ji vê yekê re bê dayin. -
DFG'ê rapora meha Adarê eşkere kir
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Adarê êriş li 6 rojnamegeran hate kirin. -
HBDH: Parastina îradeya gelê Kurdistanê berpirsiyariya me ya dîrokî ye
HBDH'ê deştnîşan kir ku faşîzma AKP û MHP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de derbeyeke giran xwariye û bertek nîşanî hewldana desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê da û got: ‘’Parastina îradeya gelê Kurdistanê berpirsiyariya me ya dîrokî ye.’’ -
Ji bo rojbûna 75'an a Abdullah Ocalan pirtûka taybet
Yekemîn xêzeromana li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Azadî wê bi ser bikeve-Jiyana Abdullah Ocalan bi xêzikan" wê 4'ê Nîsanê li Berlînê bi galayekê bê pêşkêşkirin. -
ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama şewata ku di avahiyeke bilind a li navçeya Beşîktaş a Stenbolê derket de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Serokê Giştî yê CHP’ê: Tunehesibandina vîna gelê Wanê danîna kemînê ye!
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, bertek nîşanî desteserkirina mafê Abdullah Zeydan û mazbataya dan namzetê AKP'ê da û got, "Tunehesibandina vîna gelê Wanê danîna kemînê ye.” -
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê febrîqeyek dan ber agir
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê febrîqeyeke mehfûran dane ber agir. -
Hejmara meha Adarê ya rojnameya Serxwebûn derket
Hejmara 507’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Ji gerîla mizgîniya Newrozê; agirê Newrozê ya li asîmanan vêketî wê bi serketinê tacîdar bibe” derket. -
ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobetên Edaletê: '4'ê Nîsanê' pîroz kirin, serkeftina DEM Partiyê silav kirin
Dayikan li Nobeta Edaletê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û serketina DEM Partiyê silav kirin. -
Girtiyên li Girtîgeha Bûcayê ji bo mafê dermankirinê 38 roj in di greva biçîbûnê de ne
Endamên Grûp Yorûmê Cem Dûrsûn û Oktay Kelebek ên li girtîgeha Bucayê ne, li dijî binpêkirina mafan bi taybet mafê dermankirinê û ji bo berdana girtiyên nexweş 38 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Doza li ser giliyê li dijî Barzaniyan, hate taloqkirin
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, dijî rêveberên Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal a Iraqê doz vekiribû, lê Dadgeha Federal a Iraqê civîna li ser giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya dijî Barzaniyan paşxist. -
Newroz li Kazakistanê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Tarazê yê Kazakistanê hate pîrozkirin. -
Li Gever û Colemêrgê pîrozbahiyên bi coş
DEM Partî li Colemêrg û Gevera hezaran leşker û polîs lê hatibûn veguhestin, şaredarî bi dest xistin. Pîrozbahiyên gel heta nîvê şevê bi coş dom kirin. -
DEM Partiyê li Rihayê dîrok nivîsî
DEM Partiyê li Rihayê yek ji encamên herî serketî yên demên dawî bi dest xist û li Rihayê 7 şaredarî bi dest xist. Di nava van şaredariyan de Curnê Reş jî heye. -
ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di dema hevdîtinê de zexta 'Bi Tirkî biaxve' li dayika girtî hate ferzkirin
Fînce Akman a ku di Nobeda Edaletê de ye, nerazîbûn nîşan da ku di dema serdana girtîgehê de gardiyanan axaftina bi Tirkî lê ferz kirine. -
ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.