Leyla Guven tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe bû

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe Mûstafa Guven bûn. Guven dû re birin girtîgehê.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe Mûstafa Guven ê li nexweşxaneya bajarê Lînz ê Avûstûryayê dihate dermankirin û jiyana xwe ji dest da bû. Guven a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, di saetên serê sibê de anîn gundê Yapalı yê Cîhanbeylî ya Konyayê ku merasîma cenaze lê hate kirin. Guven, piştî karûbarên cenazeyî daxwazên sersaxiyê qebûl kirin.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar û Bûrcûgul Çûbûk û gelek kesên din Guven bi tenê nehiştin. Guven piştî ku daxwazên sersaxiyê qebûl kirin, ew dîsa birin girtîgehê.