Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be

Ferît Şenyaşar da zanîn ku wê nobeta wan a edaletê di cejnê de jî bidome û got: "Gelê Wanê çawa li ber xwe da û têkoşiya, em hemû gelê xwe vedixwînin ber Wezareta Dadê jî."

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 67’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hat ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir.

Ferît Şenyaşar ku di nobetê de axivî, da zanîn ku wê Nobeda Edaletê roja cejnê jî bidome û got: "Gelê Wanê çawa li ber xwe da û têkoşiya, em hemû gelê xwe vedixwînin ber Wezareta Dadê jî."

Emîne Şenyaşarê jî destnîşan kir ku dê lêgerîna wan a ji bo edaletê bidome û got: "Ez dixwazim girseya li Wanê li vir be jî û me bi tenê nehêle. Heya kurê min bê berdan ez ê li vir bim. Ez dixwazim girseya li Wanê û dayik li cem min bin."