MAK: Divê bi îsyanê bersiv ji desteserkirina îradeyê re bê dayin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) diyar kir ku polîtîkaya desteserkirina şaredariyan nayê qebûlkirin û bang kir ku bi îsyanê bersiv ji vê yekê re bê dayin.

Di daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) de hate gotin, "Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an de em îradeya gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Di hilbijartinê de ku gelê me beyana xwerêveberiyê kir, AKP-MHP a faşîst hemû derfetên dewletê bi kar anî û serî li hîleyan, veguhestina hilbijêran da. Tevî vê yekê jî DEM Partiyê 78 şaredarî bi dest xist. Bi vê hilbijartinê re li Kurdistanê gelê Kurd îradeya xwe nîşan da û paradîgmaya Rêberê me ya rêveberiya gelê me xwe bi xwe, qezenç kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku polîtîkayên rejîma faşîst hatin têkbirin û hate gotin, "Bi hincetên pûç îradeya gel a Wanê hate desteserkirin. Ev yek nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê me eger li her devera ku lê ye bi îsyanê bersivê nede vê rewşê wê hewl bê dayin ku hemû şaredariyên Kurdan bi dest xistine desteser bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me li her derê îsyan bike û li ber vê barbariya faşîst a desteserkirinê rabe."