HBDH: Parastina îradeya gelê Kurdistanê berpirsiyariya me ya dîrokî ye

HBDH'ê deştnîşan kir ku faşîzma AKP û MHP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de derbeyeke giran xwariye û bertek nîşanî hewldana desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê da û got: ‘’Parastina îradeya gelê Kurdistanê berpirsiyariya me ya dîrokî ye.’’

Komîteya Rêveber a HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî desteserkirina îradeya gelê Kurd da û bang li gelê Kurdistanê kir ku di nava têkoşîna  mafdar de cihê xwe bigirin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Hewce ye em bi hêza çalakiyên xwe yên şoreşgerî ji faşîzmê hesab bipirsin. Tekane zimanê ku wê faşîzm jê fêm bike, wê zimanê çalakiyên şoreşgerî be.

Faşîzma AKP û MHP’ê di hilbijartinên xwecihî de derbeyeke giran xwar. Tevî her cure derfetên dewletê yên faşîzmê jî li hemberî îradeya gel têk çû.

Wan di hilbijartinên xwecihî de bi serkeftina DEM Partiyê ya li hemû navçeyan derket pêş. Desthilatdariya AKP û MHP'ê ku nekarîn vê têkçûna xwe qebûl bikin, mezbataya Şaredarê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan ku bi îradeya gelê Wanê bi ferqeke mezin hate hilbijartin, da namzedê AKP'ê yê di rêza duyem de. Ev hewldan bi awayekî zelal nîşan dide ku  desthilatdariya AKP û MHP’ê  polîtîkayên dagirkeriyê li Kurdistanê disepîne.

Di heman demê de biryara betalkirina hilbijartinên navçeya Curnê Reş û nedana mezbataya namzetê DEM Partiyê yê Colemêrgê, îspat dike ku faşîzm hewl dide îradeya gelê Kurdistanê desteser bike.

Îro hewce ye her kesê şoreşger, demokrat û azadîxwaz li hemberî vê desteserkirina faşîzmê li gel gelê Wanê têbikoşe.

Em weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan, em ê vê îradeya gelê Wanê bi tenê nehêlin. Têkoşîna birûmet û daxwaza îradeya gelê Kurdistanê û Wanê ne bi tenê ye.

Roj roja parastina îradeya şoreşgerî ya gelê Kurdistanê û hesabpirsîna ji faşîzmê ye. Hewce ye em bi hêza çalakiyên xwe yên şoreşgerî hesabê ji faşîzmê  bipirsin. Tekane zimanê ku wê faşîzm jê fêm bike, wê zimanê çalakiyên şoreşgerî be.

Hewce ye em girêdayî kevneşopiya hişmendî û biryardariya têkoşîna ku gerîlayên me yên li çiyayên azad, mîlîsên me yên li bajaran û hevalên me yên di zindanan de ji me hiştine, tevbigerin.

"Em têkoşîna li dijî van neheqiyan ku gelê me li kolalan daye destpêkirin, silav dikin û careke din dubare dikin ku serkeftin wê li kolanan were bidestxistin.’’