Çalakgerên Nobeta Edaletê: Em ê sibê li Amarayê bin

Çalakgerên li gelek bajaran tevlî Nobeta Edaletê bûne bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê dan û destnîşan kirin ku ew ê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amarayê bin.

Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê Nobeta ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 87’emîn de berdewam kir. Gelek kes serdana Nobeta Edaletê ya ji hêla Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve tê domandin kirin. Rojeva çalakgerên ku nobetê didomînin, meşa Amarayê ya ku dê sibê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin û xespkirina mazbataya Abdullah Zeydan ê di hilbijartina 31’ê Adarê de wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatiye hilbijartin bû. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Wanê” hatin berzkirin.

Dayika Aştiyê Besna Gunay di nobetê de bal kişand ser berxwedana girtîgehan û Wanê û wiha axivî: “Yên ku dixwazin vîna gelê Wanê tune bihesibîne bila bizanin ku em hene û em ê hebin. Em ne ji girtinê, ne ji kuştinê ne jî ji tiştekî din natirsin. Em piştevaniya gelê Wanê bidomînin.” Gunay rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sibê bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Em ê rojbûna Serokê xwe pîroz bikin. Serokê me ji bo çareseriya pirsgirêkên vî gelî, ji bo xelasiya vî gelê heye. Divê sibê her kes li Amarayê be. Em berê xwe bidin Amarayê. Ji bo ev şer bisekine, em li Amareyê werin ba hev.”

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 115’emîn de berdewam kir. Di eywana çalakî lê dihat lidarxistin de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakger pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Beyogluyê, rêveberên Komeleya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.

Çalakger diyar kirin ku ew ê heya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin dê di her qadekê de xwe bidin nîşandan.

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbata Girtiyan re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 112’emîn de berdewam kir. Çalakiya ku di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li navçeya Rezanê tên meşandin de malbatan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin.

Xizmên girtiyan bal kişandine ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga tevlî bûna meş û pîrozbahiyan ku sibê dê li Amarayê bên lidarxistin kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serokê min” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê netewî” hatin berzkirin. Her wiha çalakgeran bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê dan.

Çalakî bi serdan û berzkirina dirûşman dom kir.

ÊLÎH

Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 62’yemîn de berdewam kir. Çalakiya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin, bi tevlîbûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêveberên DEM Partiyê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê berdewam kir. Di çalakiyê de bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê hate dayîn û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “ Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.