Yekane rêya çareseriya siyasî, azadiya Abdullah Ocalan e

Ji Zanîngeha Hiqûqê ya Bajarê Sydney ê Awûstralyayê doçent Dr. Vicki Sentas, diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane rêya aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e.

Dr. Vicki Sentas tevlî bernameya Medya Haber TV’ê bû û bersiv da pirsên Erem Kansoy. Sentaş rexne li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî tecrîdê nakevin tevgerê û Tirkiyeyê diparêzin.

Dr. Vicki Sentas, da xuyakirin ku şert û mercên dîlgirtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teqez nayê qebûlkirin û got, "Şert û mercên dîlgirtinê yên Ocalan li dijî hiqûqa Tirk, hiqûqa navneteweyî û hemû peymanên mafên mirovan ên gerdûnî ne. Ev 3 sal in destûr nayê dayin ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Her wiha divê em balê bikşînin ser bêdengiya saziyên girîng ên Yekîtiya Ewropayê li hemberî pêkanînên derveyî mirovahiyê ya li dijî Ocalan. Di vê mijarê de Ewropa bi bêdengiya xwe dihêle qadeke nû ya binpêkirinê ji bo Tirkiyeyê ve be."

Vicki Sentas, destnîşan kir ku Ewropayê bi vî awayî destekê dide Tirkiyeyê ku ji pêvajoya aştiyê dûr dikeve û wiha got, "Misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan û bi wî re diyalogeke hevgirtî kirin, yekane rêya çareseriya siyasî ye."

Vicki Sentas, li ser neparvekirina CPT û Konseya Ewropayê ya ji bo raporên li ser Îmraliyê weke astengkirina bicihanîna peymanên navneteweyî nirxand û got, "Dewamkirina pêkanînên li derveyî mirovahiyê û tecrîda li ser Ocalan bi vî rengî, bê guman pîvanên dualî yên Ewropayê radixe pêş çavan. Her wiha nîşanî me dan ku dema mijar dibe Kurd û Ocalan qanûnên navneteweyî ji nedîtî ve tên. Divê Ewropa, CPT û saziyên siyasî, Parlamenta Ewropa û dadgeriya YE’yê ji bo vegerandina mafên mirovan ên Ocalan tavilê bikevin nava tevgerê."