Ji bo daxwaza girtina polîsê ku Şahîn Oner qetil kir, biryara red hat dayîn

Doza Şahîn Oner ê ku di sala 2013'yan de li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi wesayîta zirxî ji aliyê polîs Selahattîn Korkmaz ve hat pelçiqandin, ji nû ve hat dîtin.

Di 10’ê Sibata sala 2013’yan di çalakiyeke li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de wesayîteke zirxî li ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) xist û qetil kir. Derheqê ajokarê wesayîta zirxî polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz de doz hatibû vekirin. Di 23’yê Mijdara 2021’ê de ji ber sûcê “Bi qisûra xwe ya qesdî bû sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li Korkmaz hate birîn. Lê belê ev ceza ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate xerakirin û darizandina Korkmaz jinûve dest pê kir. 

Rûniştina dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidar xistin. Polîsê bersûc û parêzerê wî tev li rûniştînê nebûn. Parêzerê malbata Oner, Yakup Guven di rûniştinê de amade bû. Her wiha parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk û Adalet Kaya rûniştin şopandin. 

Rûniştin piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzer Yakup Guven di parastina xwe de diyar kir ku di tevahiya pêvajoya dadgehê de wan gotiye ku sûc “biqesdî” hatiye kirin.

Di berdewamê de Guven da zanîn ku polîsan piştî bûyerê kesên nedixwestin şahidiyê bikin weke şahid li wan guhdarî kiriye û wiha pê de çû: “Hêzên ewlekariyê hewl didin delîlan tune bikin. Ji bo parastina hevalê xwe delîl tune kirin.” 

Guven, got ku di bûyerê de “qesda kuştinê” heye û xwest bersûc were girtin. 

Dadgehê jî daxwaza girtinê red kir û rûniştin taloqî 9’ê Cotmehê kir.