ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakî û pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

Bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê yên piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand û got, di hilbijartinê de Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin, mejiyê qirker têk çû.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez hewldana desteserkirina şaredariya Wanê nirxand û got, "Kes nikare pêşî li îradeya vî gelî bigire. Me ev yek li Wanê careke din dît."

Hevşaredarên DEP'ê yên DEM Partiyê mazbatayên xwe wergirtin û çûn şaredariyê. Şaredarê AKP'ê bi bêdengî ji nişka ve ji şaredariyê çû.

KCDK-E'yê raperîn û berxwedana li Wanê weke mîladekê nirxand û got, "Rabûna civakî ya gelê Kurd nîşan da ku bi berxwedanê dikare bi ser bikeve."

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Nacî Acar giran dibe. Xwişka Nacî Acar Nebahat Acar xwest, birayê wê tavilê bê berdan ku karibe bê dermankirin.