HEVPEYVÎN

‘Li Başûr destkeftiyên Kurdan tên tunekirin’

Endamê KNK’ê Refîk Gefûr diyar kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê li şûna ku li dijî dagirkeriyê derbikeve, berovajî wê yekê dagirkeriyê hêsantir dike û got: ‘’Li Başûr destkeftiyên ku zarokên gelê Kurd bi berdêlên mezin bi dest xistine, tên tunekirin.’’

Endamê KNK’ê Refîk Gefûr diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e êrîşî Tevgera Azadiya Kurdistanê dike û bi bîr xist ku dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla nekariye ser bikeve, li rê û rêbazên cuda digere. Gefûr destnîşan kir ku dewleta Tirk bi taybetî jî di şerê Zap û Avaşînê de ji destê gerîlayan derbên giran xwarine û her wiha tim bi Iraqê re di nava têkiliyê de ye û seredanên xwe yên ji Iraqê zêde kirine. Gefûr ev yek anîn ziman: ‘’Dewleta Tirk ev çend meh in seredanên xwe yên ji bo Iraqê zêde kirine.  Dixwazin bi awayekî fermî Iraqê jî tevlî vî şerî bikin û êrîşeke nû bidin destpêkirin. Yan ew bi xwe diçe Iraqê yan jî wan vedixwîne Enqereyê. Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî di bin kontrola aliyekî de li gorî biryarên wan tevdigere. Jixwe dostaniya xwe ya bi dewleta Tirk re bi awayekî zelal bilêv dikin.

Refîk Gefûr bal kişand ser kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk û got: ‘’Rêveberiya Herêma Kurdistanê li şûna ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derbikeve, berovajî wê yekê carnan dagirkeriyê hêsantir dike, lojîstîkê dike, piştevaniya siyasî û dîplomatîk dide, tew propagandaya wan jî dike. Dewleta Tirk niha hemû bala xwe daye ser hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ku wê çawa wan daxilî vî şerê nû bike. Ji bo vê yekê tim kar dike. Zextê li Iraqê dike, rêyên Iraqê yên avê digire û rêya Iraqê ya petrolê  digire. Niha jî biryar daye ji bo petrola Iraqê, petrola Kurdistanê yanî petrola Kerkûkê bibe Ceyhanê rêyeke petrolê ava bike. Ji bo ku Iraqê jî daxilî vî şerê li dijî hêzên Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bike, van yekan dike.’’

ROJEVA SEREKE DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI DIJÎ BAŞÛR E

Gefûrî destnîşan kir ku rojeva KNK’ê ya sereke dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûr e û ev yek anîn ziman: ‘’Li Rojhilata Navîn şer heye û li Kurdistanê ev rewş xwe nîşan dide ku Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e. Hikûmeta Erdogan xwe ji bo êrîşên nû amade dike. Ji ber vê yekê ev yek bûye rojeva civaka me ya sereke. Çimkî ev êrîş ne tenê gefeke li dijî Kurdistanê ye. Li Başûr destkeftiyên ku zarokên gelê Kurd bi bedêlên mezin bi dest xistine, tên tunekirin. Ji ber vê yekê hewce ye gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurdistanê vê rastiyê bibînin; ‘Bi alîkariya hikûmeta Iraqê gefeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye.’’

Refîk Gefûrî bal kişand ser daxwaza dewleta Tirk a tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Yanî aborî, nuqteyên sînorî û balafir ji destên wan standin. Ger niha êrîşeke din pêk were, wê ew herêm were windakirin. Bi kurtasî armanca êrîşên dewleta Tirk ew e ku li her derê destkeftiyên gelê Kurd tune bike. Weke ku min anî ziman, Rêveberiya Herêma Kurdistanê yekalî tevdigere û dibêje ku hêzên PKK’ê li wir in. Baş e ma hêzên gerîla ji Qendîlê derkevin, wê rewşa gel a aboriyê baştir bibe? Ma hêzên gerîla meaşên gel birîne, rêya petrolê girtine, ceyrana gel qut kirine, bûne sedema nanê gel? Divê gelê me vê rastiyê baş bibîne û ji propagandaya reş bawer neke û nexape.’’