‘Li girtîgehan tecrîd, êşkence û astengkirina tedawiyan didome’

Koordînasyona Çavdêriyê ya Navenda Greva Birçîbûnê ragihand ku li girtîgehan tecrîd, êşkence û astengkirina tedawiyan didome.

LI GIRTÎGEHAN ÊŞKENCE DIDOME

Koordînasyona Çavdêriyê ya Navenda Greva Birçîbûnê rapora têkildarê grevên birçîbûnê ya bi armanca pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, aşkere kir. Di daxuyaniya li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Enqereyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê jî amade bû.

Endama Lijneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên weke tecrîd, êşkence, mûameleya nebaş, sewq, cezayên dîsiplînê, tedawînekirina girtiyên nexweşên giran, cezayên hucreyan û taloqkirina cezayan didomin. Çevîrmen, da zanîn ku ji 27’ê mijdara 2023’yan ku çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir ve hezar û 997 girtî ketine çalakiya grevê. Çevîrmen, îşaret kir ku çalakiya greva birçîbûnê herî kêm 5 herî zêde bi 15 rojan bi awayekî dorveger berdewam kiriye.

Çevîrmen, tespîtên di raporê de wiha rêz kirin:  

* Li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin, li girtîgehên ku kontrol tê kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayê kirin, carna ji aliyê xebatkarê tenduristiyê ve û carna jî ji aliyê gardiyanan ve tê kirin,

* Li hin girtîgehan îaşeyan qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, li hin girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn, îaşeyên weke mast, ava fêkî hwd. nayên dayîn,

* Ji bo girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê vîtamîna B1’ê gelekî girîng e, li hin girtîgehan ne vîtamîna B1’ê ne jî vîtamîna komplex a B12’ê qet nayê dayîn,

* Ji me re hate ragihan din ku li hin girtîgehan cezayên dîsiplînê yên bi rengê ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên çandî û sporê’ li hin girtîgehan ‘bêparhiştin an jî sînorkirina amûrên ragihandinê’ tên dayîn li hin girtîgehan girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê bi taybetî ji girtiyên din tên dûrxistin û têxin qawişeke cuda.”