KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Metîna dagirkerek hate cezakirin
Hêzên gerîla li dijî dagirkerên li qada Metîna çalakî kirin. Di çalakiyê de tespîtbûyî dagirkerek hate cezakirin. -
Leşker rê nadin ku şewata li Besta bê vemirandin
Leşkerên Tirk ên dagirker pêşiya gundiyên ku xwestin şewata berî 3 rojan li qada daristanê ya gundê Mêhrîna ya Bestayê derketibû, vemirînin girtin. -
Xizmên Windayan ji bo Ozeken ê leşkerên Tirk qetil kir, bang kir
ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Mîkdat Ozeken ê sala 1994’an ji aliyê Fermandariya Tabûra Geverê ve hate qetilkirin, daxuyanî da û got: “Kujeran darezînin.” -
Amûra ku zaroka anî malê teqiya: 1 mir, 4 birînar bûn
Zarokê ku amûra ji Çiyayê Tendûrekê anî malê teqiya. Di teqînê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn. -
Barzanî ji bo têkiliya xwe bi Tirkiyê re xweş bike 3 hezar pêşmerge dane kuştin
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya ji bo Huryet Daiyl Newsê ya sala 2003’an de aniye ziman, di şerê li dijî PKK’ê de ji bo têkiliya xwe bi Tirkiyê re xweş bike 3 hezar pêşmerge dane kuştin. -
Malbata Şenyaşar: Li bara zilmê bêdeng nemînin!
Malbata Şenyaşar ku berxwedaniya xwe didomîne, got, ''Divê rûmeta mirovî li bara zilmê bêdeng nemîne'', bang li dozgerê piştemêrê kujeran kir ku îstîfa bike. -
Zimanê Berxwedanê
Berxwedaniya Herêmên Parastina Medyayê wê bibe serkeftina gelê Kurd. Navê berxwedanê dibe Heftanîn û Siyanê, navê berxwedanê dibe Mamreşo, berxwedan navê xwe dike ZENDÛRA. -
Balafirên şer bombe li Garê barandin
Balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li Garê barand. Ji ber bomberdûmanê şewat derket. -
Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
Ji 12 kesên Destûra Bingehîn cezayê wan hate erêkirin, 9 kes li Cizîrê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. -
Daristanên Dersimê dişewite
Şewata ku leşkerên Tirk li daristanên navçeya Xozat a Dersimê pêxistibûn didome. Welatiyên dixwazin şewatê vemirînin tên astengkirin û veguhestin. -
Leşkerên Tirk 8 kes bi êşkenceyê destgîr kirin
Leşkerên Tirk ên dagirker li taxa Hewre ya navçeya Karazê 8 kes bi êşkenceyê destgîr kirin. -
HDP'yiyan qirkirina darên Çelênimêja şermezar kirin
HDP'yiyan bi destê dewleta Tirk û cerdevanan qirkirina daran ên li Şirnexê şermezar kirin. -
Dagirkerên ku nikarin bi gerîla, gazên kîmyewî bi kar tînin
Artêşa Tirk a dagirker ku nikare li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê bi pêş ve biçin, ji bo şikandina berxwedanê giranî daye ser bikaranîna gazên kîmyewî. -
Dema qedexeyê ya li Êlihê hate dirêjkirin
Walîtiya Êlihê dema qedexeya çalakî û xwepêşandanan ji bo 15 rojên din dirêj kir. -
Tirkmenan êşkence li karkerên Mexmûrî kirin
Tirkmenan êşkence li 5 karkerên Mexmûrî kirin, ku ji Silêmaniyeyê vedigeriyan malên xwe. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Cûdî û Kato Jîrka Şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li herêmên Cûdî û Kato Jîrkayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê serketinê teqez misoger bikin ku ev yek hêviya şehîdên me bû." -
Şewata li Bestayê dewam dike
Agirê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li daristana gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê hatiye xistin, 2 roj in nayê vemirandin. -
Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 172'an de ye
Malbata Şenyaşar 172 roj in li ber xwe dide. Malbatê got, "Bes e ji hiqûqa serweran re." -
5 girtî hatin sirgûnkirin
Ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê 5 girtî ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dûmlû ya Erzîromê hatin sirgûnkirin. -
Daristanên li Kurdistanê bi destê dewletê têne şewitandin
Daristanên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve têne şewitandin û destûr nayê dayin ku bên vemirandin. Şewata daristanên li Tirkiyeyê tên qeydkirin û lêkolîn, lê yên i Kurdistanê nayê qeyitkirin. -
Li navçeya Karaz a Amedê êşkence li gundiyan kirin û ew destgîrkirin
Artêşa Tirk li gundê Xewrê ya navçeya Karaz a Amedê duh êvarê operasyonek dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku di operasyonê de êşkence li gundiyan hatiye kirin û ew destgîr kirine. -
Li Wanê 2 kes hatin girtin
2 ciwanên ku di serdegirtinên li malan ya 24’ê Tebaxê de hatibûn destgîrkirin hatin girtin. -
Leşkerên Îranê êrîş kirin: Kolberek birîndar bû
Leşkerên Îranê li herêma Hewremanê êrîş bire ser kolberan, kolberek birîndar bû. -
Hêzên gerîla li Heftanînê ji 2 baskan ve li dagirkeran dan
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftanînê ji 2 baskan ve li artêşa Tirk a dagirker dan. Di vê çalakiyê de çeperek û kamelyayeke dagirkeran hatin îmhakirin. -
Artêşa Tirk dişewitîne, walîtî nahêle bê vemirandin
Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê agir berdide qadên bejahî. Walîtî jî nahêle ku şewat bê vemirandin.