Zimanê Berxwedanê

Berxwedaniya Herêmên Parastina Medyayê wê bibe serkeftina gelê Kurd. Navê berxwedanê dibe Heftanîn û Siyanê, navê berxwedanê dibe Mamreşo, berxwedan navê xwe dike ZENDÛRA.

Her kes li vê zimanê digere, ev çi zimane? Ev ziman li kur û çawa hêza xwe digre, nepeniya vê zimanê çiye? Çima yên ku hinek tîpan ji vê zimanê fêr dibin, şereke destanî li dijî yên ku dîrokê li gorî xwe dizvrînin dimeşînin? Çima dijminê dîrok û mirovahiyê ji şagirtên vê zimanê ditirsin?

Belê, ev ziman zimanê gelê Kurd e, zimanê zarokê gelê berxwedêr e. Gelê Kurd di dîrokê de û heya niha her tim li dijî dijmînê mirovahiyê yê ku ji xwînvexwarinê têr nabe, şer kiriye û li berxwe daye. Ev ziman yê ku dihêle heya niha Kurd li ser piyan bimînin, êdî ev ziman bûye jiyana gelê Kurd û gelê Kurd zagokên xwe hîn ji zarokatiyê de fêrî vê zimanê dikin. Dijminên gelê Kurd her tim xwestine Kurdan di qirkirinê re derbas bikin, lê Kurdan her tim jî xwe ji vê qirkirinê parastine û li hember wê jî li berxwe dane, şer kirine û bedelên giran buha jî dane. Lê dijminê desthilatdar Kurd ji vê zimanê dûrxistine, heya ku Rêberê mirovahiyê Rêber Apo derket û rastiya vê zimanê carek din derxiste holê, gelê Kurd li ber tunebûnê bû, Rêber Apo ev gel carek din ji xewa mirinê hişyar kir û rakir ser piyan û rastiya vê zimanê carek din ji bo gel raxist ber çavan. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo berxwedan bû jiyan û jiyan bû berxwedan. Fermandar û mamosteyê mezin Mazlûm Dogan gotibû “Berxwedan Jiyan e” heya niha jî şagirtên Mazlûman li ser vê xetê dimeşin û li ser wê esasê zarokên dilpola heya niha jî destanên qehremaniyê bi berxwedaniya xwe dinivsînin.

NAV Û ZİMANÊ QEHREMANİYÊ

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku ji zarokatiya xwe ve hînî vê zimanê bûne, li Çiyayên Kurdistanê berxwedaniyek destanî didin raber kirin. Belê zarokên agir û rojê li dijî dagirkerî û xwînrêjan li ber xwe didin û şer dikin. Gerîla ev bi salana li serê van çiyayan şer dike û tola gelê xwe radike, tekoşîn dike, xwe li gor fikrê azad ya ku Rêber Apo afirandî rast dike. Çiya ji bo gerîlayan ne tenê cihê ku li wir şer bike an jî tenê ji bo parastinê ye, di heman demê de cihê xwe naskirinê ye, cihê xwe avakirinê ye, çiya ji bo gerîla cihê jiyanê ye. Ji ber vê yekê gerîla her dibêje; ‘Çi dibe bila bibe, parastina cihê jiyana me erka me ya bingehîne, eger pêwîst bike em ê ji bo wê canê xwe jî feda bikin.’ Belê gerîla vê yekê dibêje, gerîla vê pêk jî tîne. Heya niha her darek çiyayên Kurdistanê bi xwîna bi hezaran zarokên vê xakê hatiye avdan, li ber her zinarek çiyayên Kurdistanê xwîna bi hezaran lehengan heye, li ser her şîveriyeke çiyayên Kurdistanê bi hezaran gerîla meşiyane, hinek ji wan şehîd bûne, hinek ji wan birîndar bûne û hinek jî heya niha li van çiyayan tekoşîn dikin. Ger kevir û zinarên van çiyayan biaxvin, gelo wê qala berxwedanî û qehremantiyeke çawa bikin? Ger biaxvin wê van lehngan bi çi gotinan pênase bikin? Gelo ger ev çiya biaxvin wê çawa berxwedaniya zarokên xaka pîroz binav bikin? Dîrok wê vê yekê bike, dîrok wê ti carî ji bîr neke, axa Kurdistanê wê ji bîr neke ku çiqas xwîna lehengan kişandiye nava xwe, wê ev ax, axa Mazopotamiya ti carî ji bîr neke çiqas keç û xortên xwe yên bedew û fedekar hembêz kiriye. Eve ziman û navê qehremaniyê ye.

ÇİYA EDÛLÊ Û GERÎLA DERWÊŞÊ WÊ NE

Gerîlayên azadiya Kurdistan her ji dema ku xwe daye van çiyayan bûye parêzvanên axa Kurdistanê, ji dema ku gerîla hatiya çiya û heya niha her tim şerê dagirkeriyê dike, li kûderê û çawa êrîş bi ser gelê Kurd ve hatiye kirin, gerîla weke Derwêşan bûye suwar û bi hawara gel ve çûye. Ji xwe çiyayên Kurdistanê bi gerîlayên wê ve hat nasîn, bi gerîla çiya bûn çiya. Gerîla ev çiya ne tenê kiriye cihê şer di heman demê de kiriye cihê jiyanê, gerîla li van çiyayan jiyaneke azad afirandin û kirin wargeha evîna azadiyê û ew jî bûne evîndar, çiya kirine Edûlê û ew jî bûne Derwêş û parastina evîna xwe dikin.

Di van çiyayan de gerîla her tim di nava şerê dijwar de ne. Dijminê hov ê ku ji exlaqê tiştek fêmnekiriye, her tim êrîş birine ser qadên gerîla û xwestine gerîla tune bikin, lê gelo kîjan hêz an jî kîjan artêş bikaribe zarokên ku bi navê berxwedanê mezin bûne têk bibe? Heya niha kîjan hêz li hember şerê fikra azad biserketiye? Gelo ev kesên ku ewqas rêhevalên xwe şehîd dane, û rastî ewqas qirkirin hatine, an jî ev kesên ku heqîqetê diparêzin wê ti carî têk biçin? Helbet kes nikare wan têk bibe.

Eger em mînakên vê bidin pirin, nayên hejmartin. Herî dawî me li Heftanînê dît çawa ew barbar li hember berxwedaniya gerîla direviyan. Dîsa me li Garê dît çawa suwar hatin û peya çûn. Em di roja îro de jî dibînin çawa ku dijminê xwînvexwar li hember berxwedaniya gerîlayan nikare tiştekî bike û bê çare maye. Şerê ku niha li çiyayên Kurdistanê û bi taybet jî li Avaşîn, Zap û Metînayê tê meşandin vê rastiyê radixe ber çavên me hemûyan. Ma gerîla wê ewqas hevrêyên xwe ji bîr bike? Ma ewqas xwîna lehengan wê vala biçe? Ma ne gerîla soza tolrakirina wan daye? Gerîla wê vê yekê jî pêk bîne û tîne jî. Li Mamreşo, li Cîloya Biçûk û li Zendûra ma ev jî ne berxwedaniya garîlayên azadiyê ye? Ma ne yên ku dibêjin “Berxwedan Jiyane” şagirtên Rêber Apo ne, ev wê çawa têk biçin? Berxwedaniya Herêmên Parastina Medyayê wê bibe serkeftina gelê Kurd, ev berxwedanî wê bibe dîroka gelê Kurd, wê dîrok bizanibe çawa vê berxwedaniyê pênase bike û lehengên ku di vê berxwedaniyê de canê xwe kirine mertalên ji agir û nehêlane dagirker gavekê jî pêşde werin wê dîrok wan qehremanan bi nav bike û ti carî dîrok wê vê ji bîr neke. Navê berxwedanê dibe Heftanîn û Siyanê, navê berxwedanê dibe Mamreşo, berxwedan navê xwe dike ZENDÛRA.