Amûra ku zaroka anî malê teqiya: 1 mir, 4 birînar bûn

Zarokê ku amûra ji Çiyayê Tendûrekê anî malê teqiya. Di teqînê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Li goma Çoban a gundê Haci Halît ê girêdayî navçeya Giyadinê ya Agiriyê, di malekê de teqîn çêbû. Di teqînê de Mehmet Tûran ê 50 salî jiyana xwe ji dest da, yek jî giran 4 kesên zarok jî di navê de birîndar bûn.

Li gorî agahiyên xizmên malbatê dan; zarokan li Çiyayê Tendurekê şivantî dikir. Amûrek li quntarên çiya dîtin, anîn malê. Piştre ev amûr teqiya. Di teqînê de Mehmet Tûran jiyana xwe ji dest da û 4 kesên zarok jî di navê de birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadinê. Hat diyarkirin ku bedena Mehmet Tûran ji ber teqînê parçe bûye.