Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê peyama 'Em ê li ber xwe bidin' hat dayîn
Di çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê de hat gotin, “100 sal in gelê Kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”
Di çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê de hat gotin, “100 sal in gelê Kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”
Li Amed û Antalyayê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin şermezarkirin. Hilbijêrên ku bi gel re daxuyanî dan, peyama berdewamiya berxwedana li dijî desteserkirina îradeyê dan.
AMED
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, hevşaredaran û nûnerên gelek saziyan li Parka Rojava hatin ba hev.
Polîsan gel dorpêç kirin, gel jî bi çepikan bertek nîşanî dorpêçê dan û li ber stranên berxwedanê demeke dirêj govend gerand.
'GEL WÊ PAŞVE GAV NAVÊJE'
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di çalakiyê de axivî û got, “Divê em berxwedanê bidomînin û ti carî dest ji doza xwe ya mafdar bernedin. Qeyûmên hatine tayînkirin wê her dem jiyana me îstîsmar bikin. Bi berxwedanê em ê ti carî tawîzê nedin. Hûn dizanin ku pergala qeyûman bê çi bi xwe re tîne. Me dît ku qeyûman hemû tiştên gel li alîgirên xwe belav kirin. Ji ber vê em ê li ber xwe bidin. Şer dijwar e, lê aştî jê dijwartir e. 100 sal in gelê Kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Ev gel 100 sal in paşve gav neavêtiye û ji niha û pê ve jî paşve gav navêje.”
HATÛN: KES NIKARE VÎNA ME DESTESER BIKE
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn anî ziman ku ji bilî xizmeta gel ti polîtîkayeke wan nîne û wiha axivî: “8 sal in li vî bajarî av, rê û xizmet tune. Mirov ji birçîna dimirin; rojekê dengek ji devê te derneket. Êdî bes e! Caneke me heye, Xwedê ew daye me, herî zêde hûn dikarin wê bistînin. Em ji îradeya xwe tawîzê nadin, tu kes jî nikare ji îradeya me desteser bike. Em ê li vir rûnin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Zext nikarin me bitirsînin" bi dawî bû. Girse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.
WAN
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li ber Aydin Perîhan AVM’ê daxuyanî da çapemeniyê. DEM Partî, CHP, DBP, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Li ser navê platformê Ridvan Îmren li ber pankarta “Ne îradeya qeyûma, îradeya gel! Em ê rê nedin qeyûm û faşîzmê” dxuyanî xwend.
Îmren diyar kir ku demokrasî tenê ne hilbijartin e û got, “Em di têkoşîna aştî û edaletê de bi biryar in. Berpirsiyariya me ya herî girîng parastina vîna gelê xwe, ji nû ve avakirina jîngeha aram û misogerkirina aştiya civakî ye. Em careke din bang dikin ku divê demildest dev ji vê derbeya li vîna gel bê berdan.”
ESKÎŞEHÎR
Platforma Demokrasiya Kedê ya Eskîşehîrê li ber Kanatli AVM'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Em ê destûrê nedin xespkirin, rantê û talanê", “Wê qeyûm biçin, em ê bimînin" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Sîmay Kart daxuyanî xwend.
Simay Aba Kart got, “Gelê Tirkiyeyê tu carî serî li ber vê zilmê netewandiye. Di hilbijartinên xwecihî yên dawî de, hikûmet ji ber van pêkanînan gelek winda kir, her ku di vê rêbazê de israr bike wê zêdetir winda bike. Darbeya qeyûman pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya 85 milyon kesî ye û eger pêşiya wê neyê girtin, tenê bi bajarên Kurdan û şaredariyên ku heta niha hatine desteserkirin sînorkiriî namîne.”
DÎLOK
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê li Parka Yeşîlsû ya navçeya Mezmaxor daxuyaniyek da çapemeniyê.
DEM Partî, DBP, Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Qeyûm di wateya Destûra Bingehîn de xespkirina bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm ji bo her kesî peyameke. Ev rewşa derveyî hiqûqê bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmên “Ne qe”yûm, demokrasî û "Roj wê were qeyûm hesab bidin" bi dawî bû.
ŞEMZÎNAN
Desteserkirina îradeyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Şemzînan a Colemêrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînanê Agîd Tekîn diyar kir ku qeyûm darbe ye û anî ziman ku ew ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê berfirehtir bikin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Qeyûm desteserkirine, derbeya li gel e", "Bijî berxwedana Mêrdîn, Êlih ve Xelfetî", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Zext nikarin me bitirsînin" bi dawî bû. Giirse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.
ANTALYA
Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê li Meydana Attalos daxuyanî çapemeniyê da. Di çalakiyê de pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî tinekirina îradeyê bi ser bikevin" hat vekirin û dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi din hev" hatin berzkirin.
Rêvebera DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdag diyar kir ku nikarin bi qeyûman îradeya gel desteser bikin û got, “Darbeyên berê yên qeyûman ji aliyê gel ve hatin redkirin. Di hilbijartinan de têk çûn û gel îradeya xwe ji bo partiya me bikar anî. Israrkirina di darbeya qeyûman ên ku di her hilbijartinê de têk diçe, nîşaneya têkçûna siyasî ye. Desthilata AKP-MHP’ê şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistin, hewl dide bi daraz û hêzên ewlehiyê desteser bikin. Darbeya qeyûman veguherandine rejîmê.”
Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girseyê kir û Alî Butkulu binçav kirin.
HATAY
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê li navçeyên Antakya û Samandagê daxuyanî dan. Şandeya CHP'ê jî beşdarî çalakiyan bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbeya li demokrasiyê ye" hate vekirin û dirûşma "Bi tenê rizgarî nabe, yan hemû bi hev re yan jî qet” hat berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Hatayê Naîm Ozbek diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re rewabûna demokratîk a hikûmetê bi dawî bûye û got, “Ew kesên ku dibêjin em li dijî wesayet û darbeyê têdikoşin, bi xwe veguherîn derbekaran. Gelê Tirkiyeyê tu carî serî li ber vê zilmê natewîne. Çawa ku heta niha li dijî her cure desteserkirina mafan li qadan têkoşiyan, ji niha û pê ve jî em ê li dijî neheqiyê her tim li qadan bin."
ÎZMÎR
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîkîlî li Meydana Bulent Ecevît çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm derbeya li vîna gel e" hat vekirin. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî. Akin anî ziman ku hikûmetê ji hilbijartinên xwecihî ti ders negirt. Akin bal kişand ser têkoşîna gel a li dijî desteserkirina îradeyê û banga têkoşîna hevpar kir.
MANÎSA
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê jî li Meydana Manolyayê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku gelek kes lê amade bûn de pankarta "Em ê destûrê nedin desteserkirina vîna gel" û dovîzên "Em vîna gel diparêzin" û "Yê ku bi hilbijartinê hat divê bi hilbijartinê biçe" hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de rêveberên CHP û DEM Partiyê mafê axaftinê girtin û destnîşan kirin ku ew li dijî qeyûman in û divê li dijî vê yekê bi hev re têbikoşin.
Ufuk Doruk ê ku li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê daxuyanî da, destnîşan kir ku ew ê qeyûman qebûl nekin.