Li Wanê 2 kes hatin girtin

2 ciwanên ku di serdegirtinên li malan ya 24’ê Tebaxê de hatibûn destgîrkirin hatin girtin.

Di serdegirtinên malan de ya 24’ê Tebaxê li taxa Xaçort a navçeya Îpekyolû ya Wanê pêkhatî ciwanên bi navê Mahsûr Kûrt û Ramazan Dûman hatibûn destgîrkirin. Îro kar û barên wan ên emniyetê qediyan û piştre her 2 ciwan anîn Edliyeya Wanê. Li wir dozgeriyê piştî îfadeya wan girt bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin.

Dûman û Kûrt ên sewqî Dadweriya Ceza Sulh ya Nobedar hatibûn kirin, bi îdeaya “endamê rêxistinê ye” hatin giritin û ew rêkirin girtîgehê.