Leşker rê nadin ku şewata li Besta bê vemirandin
Leşkerên Tirk ên dagirker pêşiya gundiyên ku xwestin şewata berî 3 rojan li qada daristanê ya gundê Mêhrîna ya Bestayê derketibû, vemirînin girtin.
Leşkerên Tirk ên dagirker pêşiya gundiyên ku xwestin şewata berî 3 rojan li qada daristanê ya gundê Mêhrîna ya Bestayê derketibû, vemirînin girtin.
Şewata ku di encama bombebarana balafirên leşkerî de, li gundê Mêhrîna yê bi ser herêma Bestayê ve derketi bû, 3 roj in didome. Şewata ku bi tu awayî mudaxale lê nayêkirin, her ku diçe belav dibe. Leşker bi hêceta ku herêm qedexeye nahêlin welatî biçin mudaxaleyî şewatê bikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, li aliyekê herêma ku şewat lê derketiye bi xwe vemiriye û li aliyê din jî hêj şewat didome.