Xizmên Windayan ji bo Ozeken ê leşkerên Tirk qetil kir, bang kir

ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Mîkdat Ozeken ê sala 1994’an ji aliyê Fermandariya Tabûra Geverê ve hate qetilkirin, daxuyanî da û got: “Kujeran darezînin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a 655’emîn bi awayekî onlîne lidar xistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku berpirsên Mîkdat Ozeken ê leşkeran ji gundê Karli yê Geverê di 27’ê Îlona 1994’an de birin Fermandariya Tabûrê ya Geverê û qetil kirin û cenazeyê wî heta niha nehatiye dîtin, bên darizandin.

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Ferhat Berkpinar, li gorî beyanên birayê Mîktad Ozeken, Îrfan Ozeken tiştên qewimîn vegotin. Berkpinar diyar kir ku di 27’ê Îlona 1994’an de leşkeran di bin fermandariya, fermandarê Tabûra Geverê Mehmet Emîn Yûrdakûl de avêtin ser gundê Karli û îtîrafkar Kahraman Bîlgîç jî beşdar bûye. Berkpinar da zanîn ku di serdegirtina gund de leşkeran Mîktad Ozeken û Munîr Saritaş ên ji bo komkirina darên zivistanê çûbûn gund, destgîr kirin.

Berkpinar destnîşan kir ku di serdegirtinê de hemû gundî li qada gund hatibûn komkirin û bi lêv kir ku Abdulkerîm Yûrtseven ê 75 salî û wesayîta wî hebû bi alîkariya rêxistinê re hatibû sûcdarkirin, êşkence lê hat kirin û hestiyên perasûyên wî hatibûn şikandin. Berkpinar diyar kir ku leşker piştre Yûrtseven, Ozeken û Saritaş li wesayîtê siwar dikin, dibin Fermandariya Tabûrê ya Geverê û wiha got: “Abdûlkerîm Yûrtseven di rê de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber Ozeken û hevalê wî dibin şahidê êşkenceyê ji bo ku bi kesî re neaxivin êşkenceyek giran li wan tê kirin û bi fikara ku dema wan berdin dê rewşê vebêjin, li tabûrê înfaz dikin.”

Berkpinar da xuyakirin ku dema dayika Ozeken diçe Fermandariya Tabûrê bersiva “me kurê te şand Fermandariya Tûgayê ya Colemêrgê” digire û li ser israra 10 rojan Fermandariya Tûgayê ya Colemêrgê jî bersiva “Kurê te li Fermandariya Tabûrê ya Geverê ye” girt. Berkpinar bibîr xist ku dayika Ozeken careke din diçe Fermandariya Tabûrê ya Geverê û Fermandarê Tabûrê M. Emîn Yûrdakûl bi gotina; “Min kurê te di vê qazanê de şewitand û kuşt. Tu careke din werî ez ê te jî bi heman awayî bişewitînim” gef li dayikê dixwe.

Berkpinar anî ziman ku piştre îtîrafkar Kahraman Bîlgîç, bi şertê ku Ozeken teslîm bike ji malbatê 10 hezar mark girtine û ji Gevere derketiye. Berkpinar diyar kir ku di doza ku birine Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de Tirkiye mehkumî tazmînatê hatiye kirin.