Li Metîna dagirkerek hate cezakirin

Hêzên gerîla li dijî dagirkerên li qada Metîna çalakî kirin. Di çalakiyê de tespîtbûyî dagirkerek hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşgera Cenga Xabûrê li herêma Metîna;

27'ê Tebaxê saet 14:30'an hêzên me li Girê Şehîd Çiya li dagirkeran dane. Di encama çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hatiye cezakirin.

Li Qadên Berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê yên herêma Avaşînê;

Roja 26 û 27'ê Tebaxê dagirkerên ku bi çekên giran quntarên Girê Sor bombe kirin, xwestin ku ber bi qada berxwedanê ve bi pêş ve biçin. Bi encama Berxwedana Girê Sor dagirker mecbûr mane ku ji qadê dûr bikevin.

27'ê Tebaxê saet di navbeyna 12:00-23:40'an de û 28'ê Tebaxê saet 07:30'an artêşa TC'ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazên jehrî û teqemeniyê bombe kiriye.

Li ser qadên berxwedanê tevgera Dron û balafirên keşfê zêde ye. 

Di navbeyna 24 û 27'ê Tebaxê de qereolên ser sînor qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê bi çekên giran bombe kirine. 27'ê Tebaxê saet di navbeyna 13:00-13:20'an de qada Şikefta Birîndaran bi balafirên şer hatiye bombekirin. Ji ber bombekirinê şewata ku li herêmê derketî didome.

27'ê Tebaxê saet di navbeyna 19:30-22:30'an de li Girê Sor, Girê Spî, Girê Silêman, Mervanos û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran zêde bûye; Stûnê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Elî û qelaçên Werxelê bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

27'ê Tebaxê saet di navbeyna 22:30-00'an de li xeta Qaşûra ya qada Metîna tevgera helîkoptêrê çêbû. Eynî saetan derdora gudnên Deşîşê, Derarê, Kêste û Serarû yên nehyeya Kanî Masî ya navçeya Amediyê û qadên Girê Koordîne, Girê Azad û Kela Qumriyê bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

27'ê Tebaxê saet 12:00'an gundê Şiyê yê nehyeya Dînartê yê navçeya Akrê bi balafirên şer hatiye bombekirin.''