Protestoyên darbeya qeyûm dewam dikin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Di çalakiyan de biryardariya li ser berxwedanê hate nîşandan û hate xwestin, tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin.
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Di çalakiyan de biryardariya li ser berxwedanê hate nîşandan û hate xwestin, tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariyên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Şaredariya Esenyûrtê dewam dikin.
STENBOL
Rêxistinên hiqûqê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û dirûşm hatin berzkirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mizgîn Argiş daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdarî bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên kurdan re dixwaze siyaset û rêveberiya xwecihî li gorî xwe dîzayn bike. Argiş li dijî darbeya qeyûm banga dijderketina qeyûman li her kesî kir û xwest her kes li ber qeyûman rabe.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) daxuyaniyek nivîskî da û li dijî qeyûman banga têkoşînê kir.
WAN
Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman ji bo konvedana li Meydana Bajêr a Wanê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê civiyan. Parlamenter û hevşaredarên Wanê jî di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê girseyê li ber parkê çalakî li dar xist.
Girseyê bênavber dirûşm berz kirin û nerazîbûn nîşanî qeyûman dan. Girseyek din ku xwest ji bo konvedana li Meydana Bajêr bimeşe li Cadeya Sixkê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî di nav de girse li ser astengkirina polîsan li kolanan geriyan û bang li xelkê kirin ku nerazîbûn nîşanî qeyûman bide.
Hevseroka DEM Partiya Wanê Veysî Dîlekçî li Parka Mûsa Anter axivî û diyar kir ku divê demildest bi muxatabê pirsgirêka kurd re bê rûniştin û dest bi muzakreyan bê kirin û dawî li rejîma qeyûman bê anîn. Dîlekçî xwest ku her kes li ber qeyûman rabe û dengê xwe derxe.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Rêxistina DEM Partiya Colemêrgê jî li navenda bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Hevserokê DEM Partiya Bajêr Kadîr Şahîn daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew pêvajoyek ku li bendê bûn pirsgirêk bi diyalog û muzakerayan bê çareserkirin lê ber wan xefik hatibû danîn. Şahîn got ku ew ê qet serê xwe li ber rejîma qeyûman netewînin û bi paş ve gav neavêjin. Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Her wiha Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê jî li dijî qeyûman li ber avahiya şaredariyê ya kevn daxuyanî da û qeyûman protesto kirin. Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê Mûsa Bor daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wê têkoşîn û berxwedana wan a li dijî darbeya qeyûman bênavber berdewam bike.
ERZIROM
Rêxistina DEM Partiya Erziromê jî li navçeya Qerayaziyê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman protesto kir. Hevserokê DEM Partiya Erziromê Bariş Kemaloglû daxuyanî xwend û anî ziman ku tayînkirina van qeyûman nîşaneya têkçûna desthilatdariyê ye û ev qeyûm di heman demê de li dijî îrade û mafê hilbijartinê yê gelê kurd e.