Leşkerên Tirk 8 kes bi êşkenceyê destgîr kirin

Leşkerên Tirk ên dagirker li taxa Hewre ya navçeya Karazê 8 kes bi êşkenceyê destgîr kirin.

Li taxa Hewre ya navçeya Karazê ya Amedê, doh êvarê leşkerên Tirk ên dagirker operasyoneke leşkerî dan destpêkirin. Li gorî agahiyan, leşkerên ku dor li gund girtin, gefa 'teslîm bibin, naxwe em ê li we bireşînin' xwarin û piştre yek bi yek kete nava malan, lêgerîn kirin.

Piştî lêgerîna sê saet û nîvan Salîha Narîn, Rojda Narîn, Ûbeydûllah Narîn, Veysî Narîn û 4 kesên ku navê wan nehate hînbûn destgîr kirin.

Hate ragihandin ku leşkeran êşkence li kesên destgîrkirî kirin û gef li wan xwarin. Li pêş çavên 2 zarokên wê yên 8 û 13 salî êşkence li Rojda Narîn kirin.

8 kesên hatin destgîrkirin birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.