Tirkmenan êşkence li karkerên Mexmûrî kirin
Tirkmenan êşkence li 5 karkerên Mexmûrî kirin, ku ji Silêmaniyeyê vedigeriyan malên xwe.
Tirkmenan êşkence li 5 karkerên Mexmûrî kirin, ku ji Silêmaniyeyê vedigeriyan malên xwe.
5 kesên ji Kampa Penaberan a Mexmûrê ku li Silêmaniyeyê dixebitîn, dema ku vedigeriyan malên xwe, li bajarokê Pirdê yê Kerkûkê ji aliyê hêzên Tirkmen ên ser bi Iraqê ve hatin destgîrkirin.
Karkerên ku 24'ê Tebaxê hatin destgîrkirin û piştre birin navendek li Kerkûkê, li vê derê bi rojan êşkence li wan hate kirin.
Piştre jî ew birin Bexdayê, doh li wir hatin berdan û gihîştin malên xwe.