Barzanî ji bo têkiliya xwe bi Tirkiyê re xweş bike 3 hezar pêşmerge dane kuştin

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya ji bo Huryet Daiyl Newsê ya sala 2003’an de aniye ziman, di şerê li dijî PKK’ê de ji bo têkiliya xwe bi Tirkiyê re xweş bike 3 hezar pêşmerge dane kuştin.

Hevpeyvîneke Îlnûr Çelîk ya di 5’ê Mijdara 2003’an de li Serê Reş ya Hewlêrê ji bo Hûrriyet Daiyl News’ê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re çêkiriye de mukurhatinên balkêş û metirsîdar yên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî heye. Di hevpeyvînê de Barzanî li xwe mikûr tê ku ji bo xwe bi Tirkiye bidin qebûl kirin û baweriya wan qezenc bikin, wan di şerê dijî PKK’ê de 3000 hezar pêşmerge feda kirine.

Li gorî hevpeyvînê Barzanî gotiye, li beramber fedakirina 3 hezar pêşmergeyan ew dixwazin, peywendiyên wan ên li gel Tirkiye pir başbin û wiha dibêje; “Piştî ku me di şerê dijî PKK’ê de 3 hezar pêşmerge feda kir, eger hîn jî hinek kes li Tirkiyeyê me weke dijmin dibînin, ev felaketek e.”

Li gorî hevpeyvîna Çevîk Barzanî gotiye, li dijî PKK’ê wan hevkarî bi Tirkiyê re kiriye û gotiye; “Me bi xwînê bedel da, ji ber vê wê rayedarên Tirkiyê bi me bawer bin.”

Barzanî diyar dike ku desthilatên Tirkiye bi çavekî kêm li wan dinerin û got: “Tirkiye me ji bo armancên xwe yên leşkerî bikar tîne û ji çav derdixe. Ti qîmetî nade me. Em dixwazin bibin hevkarê Tirkiye li her qadê.”

A balkêşe ku Barzanî ji bo Kurdan li xwe kom bike, qala dewleta Kurdî dikir, lê ji vê hevpeyvînê diyare ku vê naxwaze û dixwaze bibe hevkarekî Tirkiye.

Di sala 2017’an de Barzanî bi navê referandûmê  sedî 40 xaka  Başûr ku bi xwîna gerîla û pêşmergeyan rizgar bûbû teslîmî Iraqê kir.

Îro jî em dibînin di serî de rêveberên PDK’ê û Barzanî ji bo daxwazên Tırkiye pêk bînin, li Başûrê Kurdistanê bûne çav û guhê dewleta Tirk a dagirker û ji warê îstixbarat û dorpêçê ve hevkariya dewleta Tirk dikib û dixwazin qadên gerîla berteng bikin.