Leşkerên Îranê êrîş kirin: Kolberek birîndar bû
Leşkerên Îranê li herêma Hewremanê êrîş bire ser kolberan, kolberek birîndar bû.
Leşkerên Îranê li herêma Hewremanê êrîş bire ser kolberan, kolberek birîndar bû.
Li gorî nûçeya Kolbernews, roja 24’ê Tebaxê li bilindahiyên Tete ya devera Hewreman a ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejima Îranê êrîê komek kolber kirine.
Lİ gorî nûçeyê, di encama êrîşê de kolberek bi navê Maerûf Edwayî yê ji gundê Silên yê Merîwanê bi giranî birîndar bûye û ji bo Nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhestin.