Daristanên Dersimê dişewite

Şewata ku leşkerên Tirk li daristanên navçeya Xozat a Dersimê pêxistibûn didome. Welatiyên dixwazin şewatê vemirînin tên astengkirin û veguhestin.

Şewata ku 17’ê Tebaxê leşkerên Tırk li daristanên dikevin navbera gundikê Koçerîn, gundê Kurukaymak û Denizî ya herêma Alîbogazi ya navçeya Xozat a Dersimê 11 roj in bê navber dideme.

Şewata ku duh gihişte daristanên gundê Ûzûnçeşme îro gihşte gundê Karper a navçeya Pûlûr.

Her wiha gelê ku xwestin biçin herêma şewatê ji aliyê Qereqola Jendermeyan a  Bîlgîç û qeymeqamê Pûlûr ve hatin tehdîtkirin û gotin: ‘vegerin,  wê ji bo we nebaş be.’

Serokê Şaredariya Dersimê Fatîh Mehemt Maçoglû li gel komek rojnamevan çûn cihek dûrî gundê Keper ku agir gihiştiyê. Ji herêmê dû bilind ibe, Maçoglû diyar kir ku mudaxeleyî şewatê nayê kirin.