Artêşa Tirk dişewitîne, walîtî nahêle bê vemirandin

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê agir berdide qadên bejahî. Walîtî jî nahêle ku şewat bê vemirandin.

Li herêma Bestayê ya Şirnexê, agir bi derdora gundê Mêhrînayê ket. Agirê ku ji ber bombardûmana hewayî ya helîkopterên artêşa Tirk doh bi qada daristanî ket hîn jî nehatiye vemirandin.

Herêma ku şewat lê heye bi hinceta "qedexekirî ye" destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin.

DERSIM

Li navçeya Xozadê ya Dersimê, şewata ku ji ber operasyona leşkerî ya li gundên Danzî, Kûrûkaymak û Koçerî rû da û doh li gundê Ûzûnçeşme belav bû, 10 roj in dewam dike.

Şewata ku ji bo vemirandinê tiştek nayê kirin bi dehan hektar qada daristanî şewitandiye. Hate ragihandin ku xelkê herêmê dixwaze şewatê vemirîne, lê belê leşker nahêlin.

Walîtiya Dersimê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku ji ber nikarin xwe bigihînin qada şewatê, nikarin şewatê vemirînin.