Malbata Şenyaşar: Li bara zilmê bêdeng nemînin!

Malbata Şenyaşar ku berxwedaniya xwe didomîne, got, ''Divê rûmeta mirovî li bara zilmê bêdeng nemîne'', bang li dozgerê piştemêrê kujeran kir ku îstîfa bike.

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît ev 173 roj in li Edliyeya Rihayê Nobeta Edeletê didomînin.

Ji ber ku avahiya edliyê girtiye malbata Şenyaşar nobetê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. 

Malbata Şenyaşar li ser medyaya dijîtal peyamek par ve kir û got, ''Rûmeta mirovî divê li bara zilmê xwe bêdeng neke. 3 mirov li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin. Ev 3 sal in kesek nehatiye girtin. Dozger divê lêpirsîna edlî bike û nebe hevkarê sûc. Heke ji yên jorî xwe ditirsin bila dest ji kar berdin.''